Çeteyên DAIŞ'ê li Dêrazorê 2 êriş pêk anîn

Çeteyên DAIŞ'ê li gundewarên Dêrazorê êrişî endamekî hêzên ewlekariyê û tankereke petrolê kir.

Çeteyên DAIŞ'ê li Dêrazorê 2 êriş pêk anîn
18 nîsan, 2026   12:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên DAIŞ'ê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku wan li gundewarên Dêrazorê êrişî endamekî hêzên ewlekariyê yên hikumeta demkî û tankereke petrolê kiriye.

Di daxuyaniyê de ku li ser malperên DAIŞ'ê hatine parvekirin, hate gotin: "Endamekî hêzên ewlekariyê yên Sûriyeyê bi 2 guleyên damançeyeke bêdeng li pêşiya mala wî ya li bajarê Bûkemalê hat hedefkirin û birîndar bû.”

Li gorî daxuyaniyekê din a çeteyan, li ser rêya giştî ya nêzî bajarokê Mekmenê yê bakurê Dêrazorê êrişî tankereke petrolê hat kirin, di encamê de zirar li tankerê bû û petrola tê de rijiya.

(bb)