Swîsreyê biryarên nû der barê penaberên Sûriyeyê de dan

Hikumeta Swîsreyê ragihand ku ji 1'ê Gulanê ve careke din dest bi lêkolînkirina serlêdanên penaberiyê yên sûriyeyiyan bike û pere bidin penaberên ku dixwazin vegerin.

Swîsreyê biryarên nû der barê penaberên Sûriyeyê de dan
18 nîsan, 2026   11:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreteriya Giştî ya Penaberiyê ya Swîsreyê ragihand ku dê ji 1'ê Gulanê ve careke din dest bi lêkolînkirina serlêdanên penaberiyê yên sûriyeyan bike.

Swîsreyê piştî rûxandina rejîma Baasê (2024) serlêdanên penaberiyê yên xelkê Sûriyeyê dabûn rawestandin.

Hikumeta Swîsreyê duh der barê mijarê de daxuyaniyek dabû. Di daxuyaniyê de hate gotin, di encama xebatên mîsyoneke lêkolîna rastiyan a pispor ku di Mijdara 2025'an de serdanek li Sûriye û Lubnanê kiribû, biryar hate dayîn ku serlêdanên penaberên Sûriyeyê careke din werin nirxandin. Her wiha hate destnîşankirin ku mîsyonê daneyên rast û agahdariyên li ser rewşa li ser erdê kom kirine, li gorî van daneyan desthilata Swîsreyê dest bi lêkolînkirina nêzî 850 daxwaznameyên penaberiyê yên welatiyên Sûriyeyê kiriye.

Swîsreyê her wiha bernameyek ji bo piştgiriya vegera dilxwaz bo Sûriyeyê da destpêkirin. Li gorî vê bernameyê hezar frankên Swîsreyê didin kesên ku dixwazin vegerin Sûriyeyê. Ji bilî vê miqdarê, Ajansa Parastina Sînor û Peravê ya Ewropayê (Frontex) 2 hezar 600 euro pere dide.

Li gorî daneyên NY'yê di navîna 2025'an de vegera 60 kesên sûriyeyî ji Swîsrayê hat tomarkirin.

(bb)