DAIŞˊê êriş kir: 5 endamên Dîfa Wetenî li Hemayê hatin kuştin

SOHRˊê diyar kir ku ji destpêka îsal ve di êrişên leşkerî yên li beyarê Sûriyeyê de 143 kes hatine kuştin.

DAIŞˊê êriş kir: 5 endamên Dîfa Wetenî li Hemayê hatin kuştin
24 sibat, 2024   21:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), dema welatiyan li derdora herêma Til Selme yê li bajarê Selemiyê yê rojhilatê Hemayê kuvarkên Kima kom dikirin, çeteyên DAIŞˊê êriş kir, di encamê de 5 endamên Dîfa Wetenî hatin kuştin û êrişkar ber bi cihekî nediyar ve reviyan.

 (fr)