Şandeyeke Fransî wêraniya dewleta Tirk li herêmê kiriye, şopand

Nûnerên ji rêxistinên hiqûqî yên Fransî serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û wêraniya dewleta Tirk a dagirker di bombebarana li ser binesaziyên herêmê kiriye, şopand.

Şandeyeke Fransî wêraniya dewleta Tirk li herêmê kiriye, şopand
24 sibat, 2024   21:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Şande ji serokê Rêxistina Parêzerên Bêsînor ê Fransayê ya nehikumî Matthew Baggard, endama rêxistinê Meryem Dawes û her du endamên Komeleya Malbatên Yekgirtî ya Fransayê Laurent Lopez û Martin Rubin pêk tê.

Şandeya hiqûqî ya Fransayê serdana bîra Odê ya petrolê ya Tirbespiyê ya li kantona Cizîrê kir, her wiha wêraniya binesaziyan ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve bûye şopand.

(fr)