Dagirkeriyê gundên sînorê Dihokê bombebaran kirin

Dewleta Tirk a dagirker sê caran gundên Xurt û Basifrê yên li binarê çiyayê Garê û gundê Bîkerî yê ser bi navçeya Qesrûkê bombebaran kir.

Dagirkeriyê gundên sînorê Dihokê bombebaran kirin
24 mijdar, 2024   18:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên ji Rojnewsˋê re ragihandine, di danê êvarê de artêşa Tirk a dagirker sê car bi ser hev gundê Xurt û Basifrê yê li binarê çiyayê Garê û gundê Bîkerî yê ser bi navçeya Qesrukê li sînorê parêzgeha Dihokê bombebaran kir.

Hat destnîşankirin ku êriş bi rêya balefirên şer  û helîkopterên şer hatiye kirin. Lê der barê zerer û ziyanên bombebaranê de tu agahî nehatin parvekirin.

Hêjayî gotinê ye ku di saetên nîvro de jî dewleta Tirk a dagirker bi helîkopter û balafirên şer pênc caran Çiyayê Kurejaro yê li parêzgeha Dihokê bombebaran kir.