Cotkaran xwest buhayê pembo ji nû ve were diyarkirin

Cotkarên ji kantona Reqayê nerazîbûn nîşanî diyarkirina buhayê kirîna pembo da û xwest biryar di ber çavan re were derbaskirin.

Cotkaran xwest buhayê pembo ji nû ve were diyarkirin
Cotkaran xwest buhayê pembo ji nû ve were diyarkirin
Cotkaran xwest buhayê pembo ji nû ve were diyarkirin
Cotkaran xwest buhayê pembo ji nû ve were diyarkirin
Cotkaran xwest buhayê pembo ji nû ve were diyarkirin
Cotkaran xwest buhayê pembo ji nû ve were diyarkirin
27 îlon, 2025   13:32
REQA
ENES MIHEMED

Meclisa Aborî û Çandinî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roja çarşemê (24 Îlon) buhayê kirîna her toneke pembo ji cotkaran, wek 600 dolar diyar kiribû.

Cotkarên ji kantona Reqayê diyar kir ku ev buha ne adilane ye, lêçûna wan a ji bo çandina pembo pir e.

Cotkar Îsmaîl Xemîs ê ji bajarokê Reqa Semra yê kantonê nerazîbûn nîşanî buhayê kirîna pembo da û got: “Bingehên ku Meclisa Aborî û Çandiniyê di diyarkirina vî buhayê de xwe spartiyê çi ne. Çawa lêkolîn kirin?"

El Xemîs anî ziman ku buhayê hatiye diyarkirin dûrî rastiya li ser erdê ye û axaftina xwe wiha domand: "Buhayê her tonekê bi 60o dolarî hesab kirin. Lê cotkaran ji bo her donimekî bi kêmanî 100 dolar xerc kiriye, lê keda 6 mehên domdar nehatiye hesibandin.”

El Xemîs her wiha got: "Me hêvî dikir ku ji bo her tonekî 800 dolar were diyarkirin. Em ê neçar bimînin parçeyekî erdên xwe bifiroşin da ku pê deynên xwe bidin.”

Îsmaîl El Berber ê ji gundê Ruman ê rojhilatê Reqayê diyar kir ku heqdestê karkeran tenê 30 hezar lîreyên Sûriyeyê ye û got ji derveyî heqdestê karkeran lêçûnên semad, cotkirin û çinînê jî giran in.

Ubeyd El Rexîs ê ji taxa Meşleb a Reqayê jî bal kişand ser lêçûna çinînê û got: "Mesrefa çinîna her kîloyeke pembo digihêje hazar û 200 lîreyan, anku tonek bi qasî 120 dolarî ye."

El Rexîs bi bîr xist ku ji ber pêla germahiyê ya li herêmê, kulîkên pembo zû weşiyan, di encamê de berhem kêm bû û got: "Berhema herî baş ya donimekî tenê 200 kîlo dernexist."

Cotkarê bi navê Hec Yasîn El Mistefa yê ji gundê Ruman jî 50 donim pembo çandiye û xwest buhayê ku Meclisa Aborî û Çandiniyê diyar kiriye, di ber çavan re were derbaskirin û got: "Ji bilî lêçûnên asayî, me bi rêya pompan pembo av dida. Pêdiviya her avdanekê bi bermîleke mazotê heye. Her zeviyek 8 caran tê avdan."

Her wiha hevserokê Saziya Giştî ya Pembo Mistefa Îbrahîm der barê mijarê de got: “Ev buhayê pembo li gorî lêkolîna lêçûna cotkaran li ser donimeke pembo, hatiye diyarkirin. Li ser esasê her donimek nêzî 350 kîlo pembo bide, hatiye. Li ser vê jî rêjeya faydeya li gorî nirxê keda cotkaran be, hatiye destnîşankirin."

Mistefa Îbrahîm destnîşan kir ku buhayê pembo li bazara cîhanî kêm e û buhayê ku îsal hatiye diyarkirin li gorî buhayên cîhanê ji bo cotkaran destek e.

(bb)

ANHA