WFP’ê ard ber bi Siwêdayê ve bi rê kir

Bernameya Xurekê ya Cîhanê 200 ton ard ber bi Siwêdayê ve bi rê kir.

WFP’ê ard ber bi Siwêdayê ve bi rê kir
27 îlon, 2025   13:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî qubûna ard û derketina aloziya nan, Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP) karwanek ku 200 ton ard bar kiriye, ber bi Siwêdayê ve bi rê kir.

Nûçegihanên me ji herêmê diyar kir ku karwanekî ku bi ard barkirî vê sibehê ji Şamê ber bi Siwêdayê ve bi rê ket û niha jî bi rê de ye.

Ji ber qutbûna ard, 4 roj e li gundewarên Siwêdayê piraniya firinên giştî sekinîne. Hin firinên din bi awayekî demkî dixebitin.

Şêniyên Siwêdayê ji nûçegihanên me re diyar kir ku li bajarê Siwêda, Şehba û Selxedê, hin firinên taybet jî qet nan belav nekirine û şênî di rêzê de li pêşiya firinan sekinîne.

Li gorî şêniyan, hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ku ji navîna Tîrmeha borî ve ambargo li ser Siwêdayê ferz kiriye, genim nade Siwêdayê, di encamê de aloziya nan derket. Ji ber vê yekê firin hema bêje xwe dispart alîkariyên ku WFP û Heyva Sor dişîne. Alîkariyên têne şandin jî têrê nakin, ji ber ku pêdiviya rojane ya şêniyan bi 120 ton ard heye û ardê tê şandin jî nîvê vê rêjeyê ye.

Nûçegihanên me destnîşan kir ku firina navendî ya li bajarê Siwêdayê hewl dide du qatî bixebite lê pirsgirêkên mezin ên wekî kêmbûna ard û mazotê hene.

(bb)