Civîna nîva salê ya Kombûna Meclisa Jinan a Zenûbiya ya Reqayê li dar ket

Ji civîna nîva salê ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê encamname hat diyarkirin, ji encamnameyên girîng; vekirina perwerdeyên girtî û vekirî û werşeyên xebatê ji bo xurtkirina jinan û bilindkirina asta têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û zêdekirina civînên perwerdeyî ji bo pêşxistina civakê.

Civîna nîva salê ya Kombûna Meclisa Jinan a Zenûbiya ya Reqayê li dar ket
Civîna nîva salê ya Kombûna Meclisa Jinan a Zenûbiya ya Reqayê li dar ket
Civîna nîva salê ya Kombûna Meclisa Jinan a Zenûbiya ya Reqayê li dar ket
Civîna nîva salê ya Kombûna Meclisa Jinan a Zenûbiya ya Reqayê li dar ket
Civîna nîva salê ya Kombûna Meclisa Jinan a Zenûbiya ya Reqayê li dar ket
Civîna nîva salê ya Kombûna Meclisa Jinan a Zenûbiya ya Reqayê li dar ket
Civîna nîva salê ya Kombûna Meclisa Jinan a Zenûbiya ya Reqayê li dar ket
Civîna nîva salê ya Kombûna Meclisa Jinan a Zenûbiya ya Reqayê li dar ket
Civîna nîva salê ya Kombûna Meclisa Jinan a Zenûbiya ya Reqayê li dar ket
21 kanûn, 2023   18:49
REQA

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê civîna xwe ya nîva salê bi beşdariya endamên meclisê û Meclisa Jinên Sûriyeyê û Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û endamên meclis û komînên kantonê li dar xist.

Civîn li meclisê hat lidarxistin, dûre endama Komîteya Perwerdeyê ya meclisê Emel Îsmaîl raporek li ser rewşa siyasî û xebatên meclisê yên nîva duyemîn a îsal hat xwendin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku pirbûna hêzên navneteweyî hişt Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ji herêma Rojhilata Navîn nêzîk bibe ku heta niha jî tu çareserî ji bo wî şerî tune ne; ji ber ku sedema destpêkirina şeran pergalên cîhanê yên desthilatdar in ên ku destekê didin hemû cûreyên qirkirina gelên bindest.

Di raporê de her wiha hat diyarkirin ku pergalên kapîtalîst rê dide pêkanîna hemû rêbazên tundraw ên di aliyê borî û destpêkirina şeran de, her wiha rê dide guhertina demografîk û pêkanîna kuştin û koçberkirinê li dijî gelan bi taybetî jinan.

Di raporê de der barê xebatên meclisê yên nîva duyemîn a îsal de hat diyarkirin ku 2 pêgavên ji bo hişyarkirina ji metirsiyên madeyên hişbirê bi dirûşma (Bi hev re em civaka xwe biparêzin û ewlehiyê pêk bînin) û ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan bi dirûşma (Li dijî hemû cûreyên tundiyê û dagirkeriyê Jin Jiyan Azadî) hatin lidarxistin

Piştî xwendina raporê sînevîzyonek li ser xebatên meclisê hat pêşandan û di dawiya civînê de encamname hat diyarkirin.

Xalên girîng ên encamnameyê: vekirina perwerdeyên girtî û werşeyên xebatê ji bo xurtkirina endaman, amadekirina hemleya berfireh ji bo lidarxistina civînên gelêrî ku tê de komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bê pênasekirin û girîngîdayîna rewşa jinan di kampan de û pêşxistina asta wan a îdeolojî û rêxistinî û vekirina projeyên aborî (alîkarî) li kantona Reqayê ji bo pêşxistina aboriya jinan. Her wiha bilindkirina asta têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya Rêber Abdullah Ocalan û vekirina perwerdeyên vekirî ji bo jinên ku nikarin tev li perwerdeyên girtî bibin û zêdekirina civînên hişyarkirinê.

(mh)

ANHA