Xelkê Tebqayê çalakiya gireva birçîbûnê bi dawî kir

Xelkê kantona Tebqayê çalakiya greva birçîbûnê bi teqeziya li ser bilindkirina têkoşînê, piştgiriya berxwedana li girtiyên dewleta Tirk bi dawî kir.

Xelkê Tebqayê çalakiya gireva birçîbûnê bi dawî kir
Xelkê Tebqayê çalakiya gireva birçîbûnê bi dawî kir
Xelkê Tebqayê çalakiya gireva birçîbûnê bi dawî kir
Xelkê Tebqayê çalakiya gireva birçîbûnê bi dawî kir
Xelkê Tebqayê çalakiya gireva birçîbûnê bi dawî kir
Xelkê Tebqayê çalakiya gireva birçîbûnê bi dawî kir
21 kanûn, 2023   18:22
TEBQA

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê, Dayikên Aştiyê û xelkê Tebqayê çalakiya greva birçbûnê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan a li avahiya goristana şehîdan a kantonê hatibû, lidarxistin bi dawî kir.

Di roja duyemîn a çalakiyê de bi dehan xelkê Tebqayê, nivîsgeh û komîteyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, meclisên leşkerî, Partiya Sûriya Pêşerojê, rûspî, şêxên eşîran û meclisên sivîl berê xwe da konê çalakiyê.

Di çalakiyê de sînevîzyonek li ser komploya navneteweyî hate pêşandan.

Dûre çalakî bi encamnameyekê bi dawî bû û ji hêla endama Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Riyad El Walî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin di çarçoveya pêngava di 10′ê Cotmehê de li 74 navendên li cîhanê hatibû lidarxistin û ji bo piştgiriya berxwedana girtiyên li girtîgehên dewleta Tirk a dagirker, Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê, Dayikên Şehîdan û xelkê Tebqayê çalakiya greva birçîbûnê li dar xist.

Di daxuyaniyê de hate destnîşakirin ku berxwedana bi hezaran girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk a faşîst de raber dikin û derbasî roja xwe ya 24′an bûye tu berxwedanek mîna wê hîna nehatiye raberkirin. Ew berxwedan ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.

Xelkê Tebqayê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku ev pêngava hatiye destpêkirin dê bibe hîmeke xurt a têkoşîna cîhanê ya ji bo aştiyê û heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ew destgirêdayî namînin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan rastî û cewhera gelan derket holê û îro ew gel li dijî faşîsta Tirk hevgirtî ne.

Di dawiya daxuyaniyê de CPT′ê û rêxistinên îdiaya parastina mafên mirovan dikin der barê tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan de berpirsiyar hatin dîtin û bêdengiya wan nîşaneya beşdariya di komploya navneteweyî de ye.

(fr)

ANHA