Nivîsgeha Enbar a dîrokî ya li Şamê ket lîsteya ICESCO‘yê

Ofîsa Enbar ku yek ji cihên dîrokî yên Şamê ye, ket lîsteya mîrateyê ya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandî ya Cîhana Îslamî (ICESCO).

Nivîsgeha Enbar a dîrokî ya li Şamê ket lîsteya ICESCO‘yê
14 tîrmeh, 2026   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandî ya Cîhana Îslamî (ICESCO) Nivîsgeha Enbarê ya li Bajarê Kevn ê Şamê di lîsteya mîrateya xwe de tomar kir.

Ofîsa Enbarê yek ji mînakên herî berbiçav ên mîmariya Şamê ya serdema dawîn a Osmaniyan e. Ofîs di nava bajarê kevn de ye ku cihê mîrateya cîhanê ya UNESCO‘ye.

Avahiya Ofîsê di salên 1870‘yî de wek qesreke niştecihbûnê hatiye avakirin. Piştre bû dibistaneke navdar ku gelek kesayet jê derçûn. Piştre hat sereratkirin û wek navendeke çandî hat bikaranîn ku çalakiyên rewşenbîrî û hunerî lê têne lidarxistin.

(bb)