Di hevdîtina El Şeri û serokê MIT'ê de nakokî derketin

Di hevdîtina El Şeri û serokê MIT'ê li Şamê nakokî derketin, bi taybetî li ser peymana 10'ê Adarê û têkoşîna dijî DAIŞ'ê.

Di hevdîtina El Şeri û serokê MIT'ê de nakokî derketin
17 îlon, 2025   22:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri bi serokê MIT'ê ya dewleta Tirk a dagirker Ibrahim Kalin re civiya. 

"Seroketiya Sûriyeyê" ragihand ku di hevdîtinê de geşedanên herêmê û yên bi fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re hatin nîqaşkirin.

Lê belê ajansa fermî ya dewleta Tirk a dagirker ki xwe spartibû çavkaniyan got ku hevdîtin "ewlekarî" bû û tê de pirsgirêkên dualî yên ewlekariyê û têkoşîna dijî DAIŞ'ê û vegera penaberan hatin nîqaşkirin, bê ku mijara QSD'ê were nîşandan.

(mh)