Civîna diyarkirina namzetek ji bo serokwezîrtiya Iraqê hat paşxistin

Aliyên Çarçoveya Hemahengî nekarîn civîna îşev lidar bixin ku ji bo diyarkirina namzetek ji bo serokwezîrtiya Iraqê.

Civîna diyarkirina namzetek ji bo serokwezîrtiya Iraqê hat paşxistin
25 nîsan, 2026   21:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Biryar bû îşev piştî paşxistina 3 caran ya civînê, li bendê bû Çarçoveya Hemahengî ji bo diyarkirina namzetê serokwezîrtiya Iraqê bicive.

Hate ragihandin ku civîn careke din hate paşxistin.

Çavkaniyekê ji Rojnewsê re ragihand ku Çarçoveya Hemahengî biryar daye ku civîna îşev paş bin.

Piştî hilbijartina Serokkomarê Iraqê biryar bû di nava 15 rojan de Koma Çarçoveya Hemahengî ya herî mezin ya Parlamantoya Iraqê ji bo diyarkirina namzetê ji bo serokwezîrtiyê bicive û namzetê xwe diyar bike.