Çîn dixwaze têkiliyên xwe bi Rûsyayê re xurt bike

Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yî roja Sêşemê bi hempîşeyê xwe yê Rûs Sergey Lavrov re rûnişt diyar kir ku Pekîn wê hevkariya bi Moskov re xurt bike.

Çîn dixwaze têkiliyên xwe bi Rûsyayê re xurt bike
9 nîsan 2024   11:57
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Rûs (RÎA) Novostî Wang Yî roja Sêşemê ji Sergey Lavrov re got, "Çîn wê piştgiriyê bide pêşveçûna bi aram a Rûsyayê ya bi serokatiya Pûtîn (Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn)."

Li gorî heman çavkaniyê wezîrê Çînî got, "Pekîn û Moskov wê hevkariya stratejîk hîn xurt bikin û hîn bêhtir piştgiriyê bidin hev."

Li gorî saziya medya ya Rûs Îzvestîa, Wang Yî got, "Piştgiriya gel li Rûsyayê çavkaniya pêşketinê ye. Di bin lîderiya xurt a Serok Pûtîn de em bawer dikin ku gelê Rûs wê bibe xwedî paşerojeke şewq dide."

Sergey Lavrov jî di dîmenekî de ku ji aliyê Îzvestîa ve li ser Telegramê hate weşandin, spasiya Pekînê kir ji ber ku 'piştgirî' da Serokdewlet Vladîmîr Pûtîn ku ji nû ve hate hilbijartin.