Koma nîjadperst ya Tirk şewata Lenge ya Hewlêr girt ser xwe

Komeke tundrew û nîjadperest ya Tirk bi navê Rêxistina Peymana Mîllî bi daxuyaniyekê berpirsyartiya şewata li bazara Lengê girt ser xwe.

Koma nîjadperst ya Tirk şewata Lenge ya Hewlêr girt ser xwe
9 nîsan, 2024   11:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh di saetên sibehê de li bazara Lenge ya Hewlêrê şewatek mezin derketibû û zêdetirî 60 dikan şewitîbûn. Piştî sê saetan şewat hatibû vemirandin.

Komeke tundrew û nîjadperest ya Tirk bi navê Rêxistina Peymana Mîllî  daxuyaniyek belav kir û berpirsyartiya şewata li Lengê girt ser xwe.

Di daxuyaniya koma tûndrew û nijadperestên Tirk de tê gotin: “Me agir bi dilê Kurdên tirsonek xist, me li 16 cihên cûda yên bazarê agir pêxist û tine kir.”

Hêjayî bibîrxistinê ye beriya niha jî li bazara Ehmed Axa ya Kerkûkê, bazara Lenge ya Hewlêrê û bazara Çelê ya Dihokê şewat derketibûn û ziyanek mezin bi dikanên welatiyan gihiştibû. Piştî van her sê bûyeran jî heman koma tûndrew û faşîst ya Tirk berpirsyartiya bûyerê girtibû ser xwe û gotibû: “Evane herêmên me ne, emê vegerin û ala Tirkiyê li wan herêman bilind bikin.”