Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hevgirtina civakê

Komînên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi boneya cejna Remezanê alîkarî ji bo malbatên hewcedar kom kirin.

Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hevgirtina civakê
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hevgirtina civakê
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hevgirtina civakê
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hevgirtina civakê
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hevgirtina civakê
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hevgirtina civakê
9 nîsan 2024   12:05
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Komînên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku di bin dorpêça hikumeta Şamê de, bi boneya cejna Remezanê alîkariyan li hewcedaran belav dikin.

Komînên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di 1’ê Nîsanê de dest bi komkirina alîkariyan kir.

Der barê komkirina alîkariyan de endama Komîna Şehîd Gulê Selmo, Avesta Mihemed ev agahî dan: "Me li hemû komîngehan sendoqên komkirina alîkariyan danîne. Her kesek li gorî rewşa xwe ya madî û hêza xwe alîkariyê dide. Li her du taxan hin malbat hene nikarin pêdiviyên rojane û yên cejnê bikirin. Hinek malbatên din nexweşên wan hene û rewşa wan xirab e. Lewra em van alîkariyan bi awayekî wekhev li wan belav bikin."

Avesta Mihemed diyar kir ku ew di xweşî û zehmetiyan de hevgirtî ne û got: "Bi vî şeklî em jiyana hevbeş û komînal watedar dikin."

(bb)

ANHA