Çalakvanên Jin yên girtî xwestin sewqî Girtîgeha Îmraliyê bên kirin

Jinên ji Doza Kobanê girtî piştî erdheja li Gemlîkê, ji bo rewşa Rêber Abdullah Ocalan serî li Wezareta Dadê û daxwaza sewqî Girtîgeha Îmraliyê bikin.

Çalakvanên Jin yên girtî xwestin sewqî Girtîgeha Îmraliyê bên kirin
6 kanûn, 2023   10:45
 NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiya girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên greva birçîbûnê ya dorveger ku li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di 27'ê Mijdarê de bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd  çareserî” dane destpêkirin didome. Siyasetmedarên jin ên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin, ji ber rewşa Rêber Abdullah Ocalan serî li Wezareta Dadê dan û xwestin li Girtîgeha Îmraliyê bên sewqkirin.

Serlêdan piştî erdheja 4’ê kanûnê ya Gemlîk a Bûrsayê hate kirin.

JINÊN GIRTÎ XWESTIN LI ÎMRALIYÊ BÊN SEWQKIRIN

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a berê Sebahat Tuncel a ji Doza Kobanê girtî û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata jî di nav de, jinên girtî di serlêdanên xwe de xwestin ku bi Rêbar Abdullah Ocalan malbat û parêzerên xwe re jî hevdîtinê bike. 

Herwiha jinên girtî xwestin wan sewqî Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bikin.

TUNCEL: DI REWŞÊN AWARTE DE MAFÊ TELEFONÊ HEYE

Sebahat Tuncel bi rêya parêzerê xwe peyamak ji ajansa  MA’yê  re peyamêk şand û wiha got: “Em weke jinên girtî yên ji Doza Kompasê ya Kobanê niha di Girtîgeha Sîncanê de têne ragirtin, di heman demê de me xwest ku di rewşên awarte de Abdulllah Ocalan ji mafê xwe yê telefonê sûd bigire."