Çalakiyên piştgiriya bi YPJ’ê re didomin

Li kêleka nameyên piştgiriyê ji kampanyaya ji bo YPJ’ê re, Kongra Star li ser asta herêma Cizîrê dê çalakiyên cûr bi cûr li dar bixe.

Çalakiyên piştgiriya bi YPJ’ê re didomin
5 gulan, 2026   14:09
QAMIŞLO

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Rojava 26’ê Nîsanê kampanyaya piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ragihand. 

Di çarçoveya kampanyayê de ji welatên Rojhilata Navîn û cîhanê rêxistinên jin û kesayetan bi name û daxuyaniyan piştgirî dan kampanyayê.

Kongra Star jî bernameyek berfireh amede kiriye û dê çalakiyên cûr bi cûr li dar bixe. Dê Kongra Star li herêma Cizîrê rêzeçalakiyan pêk bîne.

Dê 6’ê Gulanê li bajarê Qamişloyê, di demjimêr 12.00’an meşek pêk bê.

7’ê Gulanê li Dirbêsiyê û Dêrikê du meşên mezin tên lidarxistin û li Amûdê jî daxuyaniyek tê dayîn.

Dê 10’ê Gulanê li Zirganê, 12’ê Gulanê li Girgê Legê, 13’ê Gulanê li Tirbespiyê, 17’ê Gulanê li Til Temirê, 21’ê Gulanê li Hesekê meş bên lidarxistin.

14’ê Gulanê dê li Til Temirê civînek ji bo dayîkên şehîdên YPJ’ê bê çêkirin, dê dayîk di civînê de qala keçên xwe bikin û bandora wan a li ser civakê bînin ziman. Her wiha dê li Hesekê jî semînera diyalogê bi YPJ’ê re bê çêkirin.

(bî/he)

ANHA