Çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeran didomin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li Herêma Zapê Girê Amediyê, Girê Bahar û Girê Fm 4 kamerayên Mobese bi çalakiyên Sekvanî ve hatin îmhakirin.

Çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeran didomin
30 tîrmeh, 2024   13:20
NAVENDA NÛÇEAYN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyêkî agahiyên çalakiyên gerîla û êrîşen dewleta Tirk a dagirker parvekirin.

 Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

28’ê Tîrmehê di saet 16.50’an de bi taktîka sekvaniyê kameraya mobesse ya ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate îmhakirin.

29’ê Tîrmehê di saet 17.50’an de bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên li Qada berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin û derbe li çeperekê hate xistin.

28’ê Tîrmehê di saet 09.00’an de bi taktîka sekvaniyê kameraya mobesse ya ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar hate îmhakirin.

28’ê Tîrmehê di saet 22.05’an de hêzên me mudaxileyî helîkopterên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar kirin.

29’ê Tîrmehê di saet 9.00’an de bi taktîka sekvaniyê kameraya mobesse ya ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar hate îmhakirin.

29’ê Tîrmehê di saet 20.10’an de bi taktîka sekvaniyê kameraya mobesse ya ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM hate îmhakirin.

ÊRÎŞÊN KU ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER PÊK ANÎN

27, 28, 29 û 30’ê Tîrmehê Qada Newrozê ya herêma Qendîlê carekê, qadên Girê Şehîd Hawar, Şehîd Şerîf û Sinînê yên herêma Xakurkê 12 caran, qadên Şehîd Aslan, Zêvkê, Zengil, Yekmalê, Spîndarê û Kanî Sarkê yên herêma Garê 6 caran, Qadên Berxwedanê yên Şêlazê û Bêşîlî yên herêma Metînayê 3 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 3 caran; bi giştî 25 caran bi balafirên şer hatine bombebarankirin.

27 û 29’ê Tîrmehê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û herêma Xakurkê ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, bi helîkopterên êrîşê hatin bombebarankirin.”