Jinan bertek nîşanî darvekirinên li Îranê da

Cezayê darvekirinê ku rejîma Îranê li çalakvan Şerîfe Muhammdî û Pexşan Ezîz biriye, li Dêrikê hat şermezarkirin.

Jinan bertek nîşanî darvekirinên li Îranê da
Jinan bertek nîşanî darvekirinên li Îranê da
30 tîrmeh, 2024   13:17
QAMIŞLO

Bi pêşengiya Kongra Star, bi dehan jinên bajarê Dirêkê li ber avahiya Kongra Star hatin gel hev. Jinan bi daxuyaniyekê cezayê darvekirinê ku rejîma Îranê li çalakvan Şerîfe Muhammedî û rojnamevan Pexşan Ezîzî biriye, şermezar kir. 

Endama Kongra Star Hêvîn Hacî daxuyanî xwend û diyar kir ku cezayê darvekirinê yê li her du çalakvanan, beşek biçûk ji siyaseta çewsîner û binpêkirina mafan e ku rejîma Îranê pêk tîne.

Hêvîn Hacî cezayê darvekirinê şeremzar kir û got: "Em bang li rêxistinên navneteweyî û tevahî saziyên mafên mirovan dikin ku cezayê darvekirinê yê li çalakvan Şerîfe Muhammedî û Pexşan Ezîzî hatiye birîn, demildest were rawestandin. Her wiha banga li tevahî jinan ew e ku li hemberî cezayên darvekirinê helwesta xwe nîşan bidin û daxwaza maf û azadiya xwe bikin."

(bb)

ANHA