Çalakiyên Cotmeha Pembeyî berdewam in

Li bajarê Til Hemîsê têkildarî kansera pêsîran semînerek hate dayîn û bang li jinan hate kirin ku testên asayî çêkin ji bo ku ev nexweşî zû were dîtin û dermankirin.

Çalakiyên Cotmeha Pembeyî berdewam in
3 cotmeh, 2024   14:28
QAMIŞLO

Komîteya Tenduristiyê bi koordîneya Navenda Tenduristiyê ya bajarê Til Hemîsê yê kantona Cizîrê bi boneya Cotmeha Pembeyî li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) semînerek têkildarî kansera pêsîran li dar xist. 

Bi dehan jin û endamên rêxistinên jinan tev li semînerê bûn.

Bijîşk Necah Remo semîner bi rê ve bir û têgehên nexweşiyê, pêvajoyên wê, dermankirin û girîngiya dîtina zû ya vê nexweşiyê, rêbaza xwefehiskirinê û mijûlbûna bi nexweşan re şîrove kir.

Her sal di vê mehê de ji bo zêdekirina hişmendiya têkildarî vê nexweşiyê li cem jinan û ji bo teşwîqkirina bernameyên tenduristiyê yên parastinê ji vê nexweşiyê, hemle, werşe, semîner û perwerde tên dayîn.

Bijîşk Necah bang li jinan kir ku testên mehane û yên mamogramiyê jî çêkin.

(şx)

ANHA