Çalakiyên 8'ê Adarê li bajarên Rojava dewam dikin

Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, civîn hatin lidarxistin, hêzên ewlekariyê û saziyên sivîl hatin ziyaretkirin û daxuyanî hatin dayîn.

5 adar, 2026   15:47
HESEKÊ

Çalakiyên Kongra Star bi boneya nêzîkbûna 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, di roja 5'an de dewam dikin. Di vê çarçoveyê de serdana Asayîşa Jinan û Hêzên Parastina Civakî –Jin ên bajarê Hesekê hatin kirin.

Endamên Kongra Star bi hildana alên kongreyê û berzkirina dirûşmên "Jin Jiyan Azadî" û gotinên stranên çûn serdanê.

Endamên Kongra Star di serdanê de wêneyê şehîd Ziyad Heleb û nameya pîrozkirina 8'ê Adarê diyarî Asayîşa Jinan û Hêzên Parastina Civakî-Jin kirin.

QAMIŞLO

Kongra Star a taxa Cûdî ya bajarê Qamişloyê bi beşdariya hejmareke jinan û şêniyên herêmê, çalakiyek li Parka Şehîdan li dar xist û daxuyanî da.

Rêvebera Baxçeyê Zarokan a Ararat Nesrîn Abdullah bi zimanê kurdî û endama Kongra Star a taxa Cûdî Cala Mele Hacî bi zimanê erebî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de 8'ê Adarê li tevahî jinan hat pîrozkirin û hate diyarkirin: "Ev roj qêrîna jinan a li hemberî kedxwariyê ye. Roja daxwaza mafan bû û pîrozkirina destkeftiyên jinan e. Di heman demê de roja têkoşîna wan a ji bo wekhevî û edaletê ye. Em vê rojê bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' pîroz dikin û teqez dikin ku azadiya jinan bingeha azadiya civakê ye."

Di daxuyaniyê de bang li jinan hat kirin ku li hemberî feraseta bavikslar têkoşîna avakirina pergaleke demokratîk û jîngehî mezin bikin û wiha bi dawî bû: "8'ê Adarê ji bo jinên Kurd vejînek e. Rêber Abdullah Ocalan dibêje ku azadî bi jinan dest pê dike û rola wan hêzek mezin ji bo guhertin û pêşkeftinê ye. Her wiha  sembola dayînê ye û ronahiyek e ku rêyên nifşan ronî dike."

TIRBESPIYÊ

Bi heman boneyê Meclisa Kongra Star a bajarê Tirbespiyê civînek ji jinan re li dar xist.

Civîn li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi beşdarbûna bi dehan jinên bajar û gundeawrên Tirbespiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Rêvebera Kongra Srar a Tirbespiyê Şehnaz Şerîf axivî û got: "Roja Jinan a Cîhanê li jinên ku li hemberî zulmê û desthilatdariyê tê dikoşin û berxwedanê dikin li wan pîroz dikim.”

Şehnazê destnîşan kir ku li Rojavayê Kurdistanê jin destaneke dîrokî dide meşandin, di hemû aliyan de xwe bi rêxistin kirine û pêşengiya şoreşê kiriye.

Di dewama gotinên xwe de Şehnaz Şerîf da zanîn ku divê di destûra Sûriyeyê de, destkeftiyên jinan werin parastin û wiha dom kir: “Ji bo ku em karibin di civakek azad de bijîn û destkeftiyên xwe biparêzin, divê em jin têkoşînê mezintir bikin."

ÇILAXA

Endamên Kongra Star ên bajarê Çilaxa jî serdana bendên kontrolê yên Asayîşê kir.

Endamên Kongra Star 8'ê Adarê li hêzên Asayîşê yên li ser bendên kontrolê pîroz kir û gul û kembera bi şeklê keziyan hatine çêkirin, diyarî endamên Asayîşa Jinan kir.

Di serdanê de endama Kongra Star Nezha Seyfedîn ji ber keda wan a parastina herêmê spasiya Asayîşê kir.

Ji rêveberên Asayîşa Çilaxayê Mîna Ebbo jî spasiya endamên Kongra Star kir û 8'ê Adarê li wan pîroz kir. Her wiha anî ziman ku dê erak xwe ya parastina herêmê û tevahî pêkhateyên wê bidomînin.

GIRKÊ LEGÊ

Rêveberiya Dibistanan a Girkê Legê jî daxuyaniyek li pêşiya avahiya saziya perwerdeyê da. Daxuyanî bi amadebûna mamoste û rêveberan ji aliyê mamoste Coza Elî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Roja Jinan a Cîhanê ji têkoşîn û daxwazên jinên azad bi pêşengiya Clara Zetkin û hevalên wê derketiye holê û bûye dengek cîhanî ji bo jinên ku daxwaza maf, wekhevî û rûmetê dikin. Hat destnîşankirin ku ev bang gihîştiye Kurdistanê, jinên Kurd bi îradeyek xurt û ruhek têkoşînê bersiv dane. Her wiha hate diyarkirin ku jin di şert û mercên herî dijwar de jî di qadên têkoşînê de, çi jî di jiyana siyasî û civakî de, bûne sembola hêvî û azadiyê.

Di daxuyaniyê de şehîdên têkoşîna azadiya jinan hatin bibîranîn û 8'ê Adarê li tevahî jinan hat pîrozkirin.

Di dawiyê de endam û rêveberên Rêveberiya Dibistanan şêranî çêkirin û pêşkêşî Asayîşê kir.

DIRBÊSIYÊ

Li bajarê Dirbêsiyê jî, endam û rêveberên Kongra Star serdana saziyên sivîl kir.

Di serdanê de girîngiya 8'ê Adarê wekî roja têkoşîna jinan a ji bo azadî, edalet û wekheviyê hat vegotin.

(bb)

ANHA