Şehîd Şîlan Kobanê û şehîd Karker hatin oxirkirin

Fermandar Şîlan Kobanê û şervanê Hêzên Komandos şehîd Karker bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya Kobanê hatin oxirkirin.

Şehîd Şîlan Kobanê û şehîd Karker hatin oxirkirin
Şehîd Şîlan Kobanê û şehîd Karker hatin oxirkirin
Şehîd Şîlan Kobanê û şehîd Karker hatin oxirkirin
Şehîd Şîlan Kobanê û şehîd Karker hatin oxirkirin
Şehîd Şîlan Kobanê û şehîd Karker hatin oxirkirin
Şehîd Şîlan Kobanê û şehîd Karker hatin oxirkirin
Şehîd Şîlan Kobanê û şehîd Karker hatin oxirkirin
Şehîd Şîlan Kobanê û şehîd Karker hatin oxirkirin
5 adar, 2026   15:43
KOBANÊ

Fermandara YPJ'ê Şîlan Kobanê (Leyla Îsa) ku 2’yê Adarê li bajarê Hesekê şehîd bûbû û şervanê Hêzên Komandosê Karker (Bangîn Nasan) ku 18’ê Çileyê li Dêrezorê şehîd bûbû, bi merasîmeke li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya Kobanê hatin oxirkirin.

Merasîmê bi tevlêbûna bi sedan kesî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Kobanê Mihemed Bozî axivî û wiha got: “Em bi saya şervanan li vir in, ew şervanên ku canê xwe ji bo doza me ya azadiyê da. Îro em bi saya şehîdan û Rêber Apo em li vir in û em ê li vir bin.”

Di merasîmê de ji rêveber Asayîşê Arîn Kobanê axivî û got ew ê heta dawiyê xwedî li xeta şehîdên xwe derkevin û wiha got: “Berxwedana ku Şîlan û Karkeran kir, berxwedaneke efsanewî ye. Her roj em şehîdên xwe dispêrin axa xwe ya pîroz, heta ku gelê me yê ji bo rûmet û azadiya xwe li ser pêyan be, dê zarokên wan ên qehreman hebin.”

Piştre nasnameyên her du şehîdan hatin xwendin û wesîqeyên wan radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên her du şehîdan bi dirûşman spartin axê.

(sş/bb)

ANHA