Çalakiya greva birçîbûnê di roja 5’an de dewam dike

Greva birçîbûnê ya dorveger ku bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” li girtîgehan hatiye destpêkirin di roja 5’an de berdewam dike.

Çalakiya greva birçîbûnê di roja 5’an de dewam dike
1 kanûn, 2023   11:55
NAVENDA NÛÇEYAN 

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’î çalakiya xwe di 27’ê mijdarê de dan destpêkirin û wê di 15’ê Sibatê de bi dawî bikin.

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê di 26'ê Mijdarê de daxuyaniyeke bi vî rengî dabû: "Di qonaxa destpêkê ya pêngava me ya 'Azadî ji Rêber Apo, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' em ê di navbera 27’ê Mijdarê û 15’ê Sibatê de Çalakiya Greva Birçîbûnê ya Dorveger lidar bixin. Em ê bi vê çalakiyê tevlîbûna xwe ya ji bo pêngava 'Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî' nîşan bidin. Her qadeke me ya girtîgehê wê plan û hejmara kom û roja çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya dorveger, li gorî şert û mercên xwe diyar bike. Kesên nexweş, kal û du sal ji bidawîbûna cezayên wan re mane, wê tevlî çalakiyê neyên kirin. Her wiha, li her devera ku em lê ne, wê li ser bingehê xisûsên di daxuyaniya me de û li gorî naveroka kampanyayê wê ji nûneriyên ji derve, saziyên mafên mirovan, nûneriyên medyayan re, partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl re nameyan binivîsîn. Em ê daxwaznameyan pêşkêşî Wezareta Edaletê bikin, di daxwaznameyan de tim û tim qala tecrîda li Îmraliyê bikin û bixwazin ku me jî veguhestînin Îmraliyê. Em ê ji Rêber Apo û hevrêyên xwe yên din ên li Îmraliyê re hîn zêdetir nameyan binivîsînin û berpirsyariyên CPT’ê li bîra wê bixin. Em ê li dadgehan tecrîdê şermezar û teşhîr bikin."