Ji KNK’ê daxuyanî: Divê sûcdar bên cezakirin

KNK’ê qetilkirina geştiyarê Kurd Hekîm Luqman ji aliyê nîjadperestên Tirk ve bi tundî şermezar kir û diyar kir ku divê sûcdar bên cezakirin.

Ji KNK’ê daxuyanî: Divê sûcdar bên cezakirin
2 îlon, 2024   22:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongra Netewî ya Kurdistanê (KNK) qetilkirina geştiyarê Kurd yê bi navê Hekîm Luqman, ji ber axaftina bi Kurdî, ji aliyê nîjadperestên Tirk ve bi tundî şermezar kir û diyar kir ku divê sûcdar bên cezakirin.

Welatiyê bi navê Hekîm Luqman (45) yê ji Dihok a Herêma Başûrê Kurdistanê, li semta Aksaray a navçeya Fatîhê ya Stenbolê rastî êrişa bi kêran a nîjadperestên Tirk hat û jiyana xwe ji dest da. Luqman ê rastî êrişa komeke ji 10-12 kesan hat, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Luqman ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya li Yenîbosnayê. Hate diyarkirin ku ji ber Luqman bi Kurdî axiviye hatiye qetilkirin.

KNK’ê têkildarî bûyera faşîst daxuyaniyek weşand û tê de ev tişt hatin gotin; “Em weke Kongreya Netewî ya Kurdistanê qetilkirina Luqman Hekîm bi tundî şermezar dikin, her wiha serxweşiyê li malbata wî didin. Pêwîst e kujer û sûcdarên vê bûyerê bên cezakirin. Rayedarên dewleta Tirk careke din çavê xwe li vî sûcî re digirin. Divê rayedarên dewleta Tirk vî sûcî bi senaryoyên çêkirî yên wek sûcên berê, xwe veneşêrin.”

Di dawiyê de KNK’ê da zanîn ku erkê her du hikûmetên Iraq û Herêma Başûrê Kurdistanê ye ku erkên xwe yên destûrî û yasayî pêk bînin û xwedî li vê dozê derkevin û êdî bêdeng nemînin.