Biryarên darayî yên nakok karê mirovî li Sûriyeyê aloz dikin

2 belgeyên fermî nakokiyeke di navbera Wezareta Karên Derve û Banka Navendî ya Sûriyeyê de têkildarî dan û standinên diravî yên rêxistinên navneteweyî de aşkera kir. Wezareta Karên Derve destûr da bikaranîna dolarê amerîkî, lê Banka Navendî bikaranîna lîreyê Sûriyeyê ferz kir.

Biryarên darayî yên nakok karê mirovî li Sûriyeyê aloz dikin
5 gulan, 2026   11:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî biryarnameyeke ku ji hêla Wezareta Karên Derve ya hikumeta demkî ve di 19`ê Nîsana 2026`an de hatiye weşandin, ji rêxistinên navneteweyî yên li Sûriyeyê dixebitin re îstîsnayek 6 mehan hat dayîn ku dihêle ew peymanên xwe bi dolarê amerîkî pêk bînin. Ev yek ji bo misogerkirina berdewamiya çalakiyên mirovî û pêşkeftinê û pêşîgirtina li astengkirina projeyên heyî bû.

Berevajî vê, di 3`yê Gulana 2026`an de, Banka Navendî ya Sûriyeyê biryarek derxist ku bank û rêxistinên ku li welêt dixebitin mecbûr dike ku mûçeyên karmendên herêmî bi lîreyê Sûriyeyê bidin û dayîna bi dolarên amerîkî qedexe kir.

Çavkaniyên ku di sektora mirovî de dixebitin diyar kir ku ev nakokî dê bide sedema zirarên diravî û kêmbûna alîkarîya ku ji bo Sûriyeyê tê dayîn.

(k)