Biden soz da ku ji bo agirbesta li Xezayê zextê bimeşîne

Serokê Amerîkayê bang li serokên dewletên G 20ˋan kir ku zexta li ser tevgera Hemasê bidomînin ku bi Îsraîlê re peymana agirbestê îmze bike. Biden destnîşan kir ku ew ê ji bo pêkanîna agirbestê di hefteyên dawîn ên serdema xwe de, zextê bidomîne.

Biden soz da ku ji bo agirbesta li Xezayê zextê bimeşîne
18 mijdar, 2024   21:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Joe Biden di lûtkeya G 20ˋan a li Rio De Janiero axivî û bang li hemû beşdaran kir ku zextê li ser Hemasê ya ku peymana agirbestê red dike, zêde bikin.

Biden banga xwe ji Îsraîlê re dubare kir ku windahiyên canî yên di şerê li dijî Xezayê de sînordar bike.

Biden destnîşan kir ku ew ê ji bo pêkanîna agirbestê ku ewlehiya Îsraîlê misoger dike, dîlgirtiyan vedigerîne malên wan, êşên gelê Filistînê û zarokan bi dawî dike, zextên xwe dewam bike.

(mh/fr)