Bi rêya parêznameyan çareseriyê peyda dikin 

Jinên ku tevli komên xwendina paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan dibin, diyar kirin ku ew bi saya paraznameyan ji bo pirsgirêkan çareseriyan peyda dikin.

Bi rêya parêznameyan çareseriyê peyda dikin 
Bi rêya parêznameyan çareseriyê peyda dikin 
Bi rêya parêznameyan çareseriyê peyda dikin 
Bi rêya parêznameyan çareseriyê peyda dikin 
10 tebax 2024   05:15
QAMIŞLO

Kongra Star di çarçoveya pêngava navneteweyî ya bi dirûşma "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de, li gelek bajaran, bi awayekî komî xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan organîze dike.

Li bajaroka Til Ehmed ê girêdayî bajarê Til Hemîs koma ku hatiye avakirin, parêznameya Rêber Abdullah Ocalan a bi navê Sosyolojiya Azadiyê dixwîne. Jinên tevlî xwendinê dibin, piştî guhdarkirinê, pirs û nirxandinên xwe dikin, ji bo pirsgirêkên xwe û yên giştî li çareseriyan digerin. 

Endama Komîteya Jinan a Partiya Yekîtiya Demorkatîk (PYD) Nermîn El Esed got ji sê mehan ve xwendina parêznameyan didomînin û got: “Em dixwazin xwe di aliyê fikrî de pêş bixin û vê fikrê di nava civakê de belav bikin.”

Nêrmîn diyar kir ku li kêleka pêşxistina aliyê fikrî, bi rêya parêznameyan çareseriyan ji gelek astengiyan re peyda dikin.

(şx)

ANHA