Îsraîlê êriş kampa Eyn Hilwe kir: Berpirsê ewlehiyê yê Hemasê hat kuştin

Çavkaniyekî ewlehiyê yê Lubnanê ragihand ku di êrişeke hewayî ya Îsraîlê li dijî kampa Eyn Hilweya Seydayê yê başûrê Lubnanê de, berpirsê ewlekariyê yê Hemasê hat kuştin.

Îsraîlê êriş kampa Eyn Hilwe kir: Berpirsê ewlehiyê yê Hemasê hat kuştin
9 tebax 2024   21:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyekî ewlehiyê yê Lubnanê û AFPˊê ragihand ku di encama êrişeke hewayî ya Îsraîlê li dijî kampa Eyn Hilwe ya penaberên Filistînî ya başûrê Lubnanê de, berpirsê ewlehiyê yê Hemasê hat kuştin.

Ji destpêka şerê di navbera Hizbullah û Îsraîlê de, Îsraîl bênavber fermandar û kesên payebilind ên Hemasê û hevkarên wê yên Lubnanê hedef digire.

Çavkanî diyar kir ku Îsraîlê êrişeke hewayî li dijî kampa Eyn Hilwe ya bajarê Seydayê pêk anî. Di êrişê de berpirsê ewlehiyê yê Tevgera Hemasê hat kuştin.

Piştî wê Ajansa Nîştimanî ya Ragihandinê ya fermî ya Lubnanê ragihand ku berpirsê ewlehiyê yê Hemasê Samir El Hac li kampa Eyn Hilwe di êrişeke hewayî ya dijber a li dijî erebeya wî de, hat kuştin.

Her wiha ajansê diyar kir ku 2 sivîl birîndar bûn. Yek ji wan li stasyoneke sotemeniyê li nêzî cihê êrişê dixebitî.

Ajansê destnîşan kir ku ji destpêka şer ve, ev cara yekemîn e ku Îsraîl erebeyekê li hundirê bajarê Seydayê hedef digire.

Di 2'yê Çileyê de cîgirê serokê nivîsgeha siyasî ya Hemasê Salih El Arûrî tev 6 hevkarên wî di bombebarana li dijî xaniyekê li başûrê Beyrûtê de, hat kuştin. Çavkaniyên Lubnanî, Filistînî û Amerîkî ragihand ku Îsraîlê ev êriş pêk aniye.

Di 13'ê Adarê de jî endamê tevgera Hemasê di êrişeke hewayî ya Îsraîlê de li herêma Sûr hat kuştin.

Ji destpêka şerê Îsraîl û Hemasê ve Hizbullah û Îsraîl topbarankirina deverên sînorî didomînin. Lê belê piştî hedefgirtina serokê Nivîsgeha Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye li Tehranê û fermandarê leşkerî yê payebilind ê Hizbullah Fûad Şukir li nêzî Beyrûtê hefteya borî, rewş aloz û gurtir bûye.

(mh)