Li Humsê  di êrişeke çekdarî de kesek birîndar bû

Li bajarê Humsê yê Sûriyeyê kesek bi guleya çekdarekî nenas de birîndar bû.

Li Humsê  di êrişeke çekdarî de kesek birîndar bû
1 mijdar, 2025   20:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihana me li Humsê ragihand ku îro li qehwexaneyeke li taxa El Nuzha, çekdarekî nenas gule barand, di encamê de kesekî bi navê  Îbrahîm Mihemed Iwêşî, 41 salî, di singa xwe de birîndar bû.

Li herêmên di bin kontrola hêzên hikûmeta veguhêz de ji ber valehiya ewlehiyê û gelek bûyerên kuştin û revandinê pêk tên.

(k)