Bi hezaran jinan dawaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin

Bi hezaran jinên ji bajar û bajarokên cuda yên kantona Cizîrê bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî li bajarê Qamişlo meşek li dar xistin.

12 sibat, 2025   15:20
QAMIŞLO

Kongra Star bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî, serkeftin li hember hemû komployan" meşeke girseyî li dar xist. Bi hezaran jinên ji pêkhateyên cuda yên kantona Cizîrê yên Ereb, Kurd, Suryan û Ermenî beşdar bûn. Jinan Komploya Navneteweyî û sistema işkence û qirkirinê ya li ser Rêberê Abdullah Ocalan hate kirin şermezar kirin.

"Îmralî dê nemîne"

Meşa girseyî ji du aliyan ve dest pê kir, komek ji çerxerêya Pîşesaziyê dest pê kir, koma din jî ji çerxerêya Sêvan a bajarê Qamişlo dest pê kir û di nava kolanên sereke de geriyan heta gihîştin Stadyûma Heysem Kiço.

Beşdaran wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan û pankartên bi nivîsa “Îmralî wê nemîne”, “Rastî wê bi ser bikeve”, “Fikra Rêber Apo ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê deriyê aştiyê ye”, “Bê Rêber Abdullah Ocalan azadî nabe”, “Rêya azadiyê bi berxwedanê vedibe”, “bi Rêbertî re jiyan xweştir e" hilgirtin.

Jinan her wiha dirûşmeyên “Bi can û xwîna em te re ne Ocalan”, “Bê Serok jiyan nabe, jin, jiyan azadî” berz kirin û berxwedana leheng a şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û şervanên Yekîneyên Parastina Jinê slav kirin û dirûşmeyên: “Bijî berxwedana Bendava Tişrînê” berz kirin.

Piştî ku meş gihişte Stadyûma Heysem Kiço veguherî mîtinga girzeyî. Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo axivî û bal kişand ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û got: "Bi vê komployê xwestin civakê ji Rêber Abdullah Ocalan dûr bixin, lê îro bi milyonan li dora têkoşîna wî kom bûn, ne tenê Kurd, lê belê, gelên Tirk, Ereb, Suryan, Asûrî, Ermen û Tirken jî, her wiha hemû gel û pêkhateyên li Rojhilata Navîn û Cîhanê jî. Ji ber wilo ew ên nikaribin roja me tarî bikin. "

Rîhan, bal kişand ser bangên dewleta Tirk a dagirker ên têkildarî pêvajoya aştiyê û wiha got: "Heta ku şer li ser bendava Tişrînê dewam dike, aştî li ku ye? Dema qeyûman didin ser şaredariyên gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê. Dema ku li çiyayên Kurdistanê çekên kîmyewî bikar tînin, aşîtî li ku ye?"

"Dewamkirina tecrîdê nêşanên tirsa ji hêza peyva azad e"

Rêvebera Yekîtiya Jinên Suryan Ester Mûrad jî wiha got: "Bi girtina têkoşer Abdullah Ocalan re hewl hat dayîn ku dengê azadiyê were qutkirin û vîna gelên ku dixwazin çarenûsa xwe diyar bikin desteser bikin, û avakirina civakeke demokratîk a azad asteng bikin. "

Ester bal kişand ser berdewamiya sistema îşkence û qirkirinê ya li ser rêber Abdullah Ocalan û wiha got: "Ev yek nîşaneya tirsa ji hêza peyva azad e, tisa ji ramana ku banga demokrasî û jiyana hevpar a gelan dike ye. "

Hevseroka Desteya Aborî Semer Ebdela di axaftina xwe de got: "Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê komployeke cîhanî ye ku welat û dezgehên îstîxbaratê tê de beşdar bûne, xwestin rêber Abdullah Ocalan tune bikin".

'Jinên Ermenî li dijî tecrîdê têdikoşin'

Endama Kordînasyona Yekitiya Jinên Ermenî Anahîd Kasabyan jî wiha got: "Jinên Ermenî ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan tevlî nava refên têkoşînê bûne. Jinên Ermenî komkujiya ku di sala 1915'an de ji aliyê Osmaniyan ve hat kirin ji bîr nakin, tişta ku îro diqewime bi van komkujiyan ve girêdayî ye, ger Rojava rizgar bibe em ê jî rizgar bibin û azadî û nasnameya xwe misoger bikin. "

Çalakiya girseyî bi dirûşmeyên ku daxwaza azadiya fîzîkî ya rêberê Abdullah Ocalan dikin bi dawî bû.

(k)

ANHA