Endamên Rêveberiya Xweser: Parastina herêmê erkeke exlaqî ye

Endamên Rêveberiya Xweser, saziyên sivîl û partiyên siyasî yên kantona Cizîrê ku xwe dispêrin prensîba xweparastinê, bersiva seferberiya giştî dan û  tevlî nava refên hêzên leşkerî yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn û tekez kirin ku parastina herêmê erkeke exlaqî ye.

Endamên Rêveberiya Xweser: Parastina herêmê erkeke exlaqî ye
Endamên Rêveberiya Xweser: Parastina herêmê erkeke exlaqî ye
Endamên Rêveberiya Xweser: Parastina herêmê erkeke exlaqî ye
Endamên Rêveberiya Xweser: Parastina herêmê erkeke exlaqî ye
Endamên Rêveberiya Xweser: Parastina herêmê erkeke exlaqî ye
12 sibat, 2025   15:44
REQA

Di 5’ê Sibatê de 22 endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê, partiyên siyasî, tevgerên jinan û saziyên civakî tevlîbûna xwe ya seferberiya giştî, ragihandin.

Piştî ku di rojên borî de beşdarî perwerdeya leşkerî bûn, niha xwe amade dikin ku biçin bendava Tişrînê ji bo piştgiriya şênî û hêzên leşkerî yên li wir bikin.

Yek ji endamên komê Samer El Hiweyic der barê mijarê wiha got: "Em endamên saziyên sivîl ji bo piştgiriya hêzên xwe, Hêzên Sûriyeya Demokratîk, ji bo parastina herêmên xwe û parastina destkeftiyên ku bi saya fedekariya şehîdên me pêk hatine, tevlî seferberiya giştî bûne. "

El Hiweyic her wiha got: "Hêzên ku li eniyên şer bi cih bûne kur, bira û keçên me ne û em amade ne mil bi mil ji bo parastina herêmên xwe li bakur û rojhilatê Sûriyeyê li gel wan rawestin û em rê nadin ti kes axa me dagîr bike. "

El Hiweyic bang li gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û got, "Li hemberî êrişên dewleta Tirkiyeyê yên li ser bendava Tişrîn û Pira Qerqozaqê û hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bisekinin. Tu ferqa Ereb, Kurd û Suryaniyan nîne. Em hemû birayên hev in û ji bo parastina xaka xwe amade ne. "

Lema Mihemed El Hesen jî wiha got: "Em endamên saziyên kantona Cizîrê hatine Reqayê û ji bo tevlî seferberiya giştî bibin û piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên li eniyên şer bikin. "

Lema bang li şêniyên herêmê kir ku "tevlî seferberiya giştî bibin, ji ber ku erkekî exlaqî û mirovî ye ku em herêmên xwe biparêzin, piştgiriya şervanan bikinû moralê wan bilind bikin"

Lema di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Eger êrişek li ser herêmên me çêbibe em ê bê deng namînin û em bi hemû hêza xwe ê herêmên xwe biparêzin, divê gel jî piştgiriya zarokên xwe bike da ku van herêmên ku bi xwîna şehîdan hatine rizgarkirin biparêzin. "