Dadgeha navneteweyî ji hikumeta Şamê xwest îşkenceyê sînordar bike

Dadgeha Edlê ya Navneteweyî ji hikumeta Şamê xwest ku tevahî tedbîran bigire ku kiryarên îşkence, lêdan û kiryarên dermirovî yan jî heqaretê pêk neyên.

Dadgeha navneteweyî ji hikumeta Şamê xwest îşkenceyê sînordar bike
17 mijdar, 2023   09:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh Dadgeha Edlê ya Navneteweyî ji hikumeta Şamê xwest ku sînorekê ji îşkence, dan û standina hişk û heqaretê deyne. Ew yek di yekemîn doza li pêş edaleta navneteweyî ya der barê kiryarên hikumeta Şamê yên di krîza Sûriyeyê de ku di 2011′an de dest pê kir, pêk hat.

Dadgehê ji hikumeta Şamê xwest ku tevahî tedbîrên pêşî li kiryarên îşkence, lêdan, heqaretê bigirin, pêk bîne.

Her wiha dadgehê anî ziman ku li gorî lêpirsîneran di krîza Sûriyeyê de bi deh hezaran welatî hatin kuştin û got divê hikumeta Şamê tedbîrên aktîf bigire ku pêşî li telefkirina delîlan were girtin û komkirina delîlan were parastin.

Ev xwestek, piştî dadgeha Fransayê muzakereya girtina navneteweyî der heqê Beşar Esed, birayê wî Mahir û berpirsên leşkerî de derxist ku wan sûcên dermirovî û êrişên kîmyewî pêk anîne hate kirin.

(fr)