Berxwedana li dijî qeyûm di roja 4'an de ye 

Berxwedana xelkê Xelfetiyê Mêrdîn û Êlihê ya li dijî qeyûm di roja çaremîn de didome.

Berxwedana li dijî qeyûm di roja 4'an de ye 
7 mijdar, 2024   14:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Hundir di 4'ê Mijdarê de qeyûm tayînê li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Êlih û Xelfetî ya navçeya Rihayê a bakurê Kurdstanê kir. Çalakî û bertekên li hemberî tayînkirina qeyûman didomin. 

 MÊRDÎN

Li dijî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê çalakiyên şermezarkirinê dewam dikin. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr, Parlamenterên DEM Partiyê, endamên TJA, Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê û Dayikên Aştiyê jî di nav de gelek kes beşdarî çalakiya nobedê ya li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bûn.

Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Qeyûm darbe ye, dest nede îradeya min" hate hildan û girseya gel bi dirûşmên "Mêrdîn a me ye", "Qeyûm wê biçe, em ê bi ser bikevin" û "Bijî berxwedana gelê Kurd" heta ber avahiya şaredariyê meşiya.

Hevşaredara Bajarê Mezin ê Mêrdînê Devrîm Demîr li vir axivî û got, "Qeyûm dagirkerî ye. Mesele em nînin. Mesele ew e ku hûn nikarin Kurdan weke pariyekî nan bixwin." Devrîm Demîr destnîşan kir ku wê li qadan li ber xwe bidin û mafê xwe bi dest bixin.

Piştre Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk axivî û bal kişand 418 kesên ku ji şaredariyê ji kar hatine derxistin û got: "Ez qeyûm pîroz dikim, we bi betalkirina 418 kesan welat rizgar kir."

 ÊLİH

 Berxwedana ku li Êlihê di roja xwe ya çaran de ye, bi tevlîbûneke xurt didome. Welatiyên li kolanên Cûdî, Petrolkent û Seyîd Bîlal ên bajêr hatin cem hev, li ber Taksiya Esmanî hatin cem hev û ber bi Kolana Gulistanê ve dest bi meşê kirin. Gel di destên xwe de pankart hilgirtin û bi dirûşmeyan bertekên xwe yên li dijî tayînkirina qeyûman anîn ziman.

RIHA 

 Bexwedana xelkê Xelfetî ya Rihayê ya li dijî tayînkirina qeyûm di roja 4’emîn de didome. Avahiya şaredariyê bi bariyer, 3 TOMA, bi dehan wesayîtên bizirx û bi sedan polîsan hatiye dorpêçkilrin. Polîsan îcar jî xwestin wesayîteke bizirx bibin qada nobetê. Welatiyan jî bertek nîşan dan. 

 Polîsan îdia kirin ku li ser fermanê wan wesayîta bizirx anîne û ji bo ewlehiyê wisa dikin. Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan bertek nîşan da û got: “We şaredariya me dagir kiriye. Ev besî we nake ku hûn niha jî hewl didin qada me ya berxwedanê dagir bikin.” 

 Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu jî wiha bertek nîşan da: “We şaredariya gel xesp kir. Hûn çi bikin jî em ê li vir bin. Em ê li ber xwe bidin. Em ê bi tu cihekî ve neçin. Ev tevdîra hûn dikin zext e. Tavilê wesayîta xwe ji vir bibin.” 

 Piştî bertekan, wesayîta bizirx ji qadê hate dûrxistin. 

 Berxwedana gel a li pêşiya şaredariyê didome. Parlamenterên DEM Partiyê çûn serdana taxa Goganê û her kes vexwend berxwedanê.