Bernameya 8’ê Adarê ya Kobanê aşkera bû

Kongra Star a Kobanê bi daxuyaniyekê bernameya 8`Adarê ragihand. Di daxuyaniyê de hate gotin “Em bi rihê berxwedanê Sûriyeyeke azad û demokratîk ava bikin.”

Bernameya 8’ê Adarê ya Kobanê aşkera bû
Bernameya 8’ê Adarê ya Kobanê aşkera bû
Bernameya 8’ê Adarê ya Kobanê aşkera bû
Bernameya 8’ê Adarê ya Kobanê aşkera bû
Bernameya 8’ê Adarê ya Kobanê aşkera bû
Bernameya 8’ê Adarê ya Kobanê aşkera bû
Bernameya 8’ê Adarê ya Kobanê aşkera bû
28 sibat, 2026   12:22
KOBANÊ

Kongra Star a bajarê Kobanê bernameya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi daxuyaniyekê li Qada Jina Azad a Kobanê ragihand. Daxuyanî ji aliyê endama Koordînasyona Kongra Star Xûnav Xelîl ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye: “Em vê rojê ji Kobanêya berxwedanê li tevahî jinên cîhanê û li Rêber Apo û YPJ`ê pîroz dikin.

8’ê Adarê wateyeke xwe heye ji bo tevahî jinan ku di vê rojê de li beramberî dîktatoriya ku li ser jinan tê kirin, li beramberî desthilatdarî û qetilkirina li ser jinan, dixwazin îrade û hebûna jinan ji holê rakin. Bi vê rojê em îradeya xwe, berxwedana xwe dubare dikin. Hemû rojên jinan dê bibin 8`ê Adarê, rojek tenê ji bo jinên cîhanê têrê nake. Hewldanên ku dixwazin ji bo îrade û hêza jinan tune bikin pir in, lê em wek jinên azadîxwaz ên her çar parçeyên Kurdistanê, bi taybet jinên rojavayê Kurdistanê û jinên Kobanê, em ê ji bo îradeya xwe ya azad û nasnameya xwe ya azad û hebûna xwe ya azad, li her derê têkoşîna xwe xurttir bikin. Di beşên siyasî, leşkerî, îdarî li ku derê dibe bila bibe, em ê wek jin li wê derê hebin û têkoşîn û îradeya xwe ya heyî hîn xurttir bikin.

Bi qutkirina keziyên jinan û qetilkirina jinan, jin tune nabin, bêhetir jin bi hêz dibin û rihê berxwedanê di dil û mêjiyê jinan de xurttir dibe. Em wek jinên Kobanê, jinên ku bi berxwedana xwe tên naskirin û têkoşîna xwe tên naskirin, bi boneya 8`ê Adarê em ê vê îradeya xwe xurttir bikin, têkoşîna xwe û felsefeya xwe ya Jin Jiyan Azadî, xeta jinan azad ya ku Rêber Apo pêşkêşî jinan kiriyr, em ê vê felsefeyê û vê xetê xurttir bikin. Bi boneya 8`ê Adarê ev soza me ye ji îro de em dest bi rêzeçalakiyên 8`ê Adarê dikin.

1`ê Adarê dê xemilandina bajêr bê kirin û dê ji bo piştgiriya YPJ`ê meşek li Kobanê were lidarxistin.

2 û 3’yê Adarê dê semîner li komîn û gundan werin dayîn.

4`ê Adarê semînerên navendî li bajarê Kobanê, gundê Pêndir û navçeya Şêranê wê werin dayîn.

5`ê Adarê serdana YPJ`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn dê bê kirin.

6`ê Adarê pêşbirka bezê û pêşbirka bisîklêtan ên jinên ciwan dê bên lidarxistin.

7`ê Adarê dê dar bên çandin.

8`ê Adarê dê ji Qada Jina Azad heta Qada Şehîd Egîd bimeşin û li wir dê şahiya mezin a 8`ê Adarê were lidarxistin.

Bi vê boneyê em tevahî jinan dawetî şahiyê dikin û em ê bi vê têkoşîn û berxwedanê Sûriyeyeke azad, demokratîk û wekhev ava bikin.

Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.

(sş)

ANHA