Berî: Bi şertê Îsraîl vekişe em razî ne Hizbullah ji başûrê Lîtanî vekişe

Serokê Parlamentoya Lubnanê Nebîh Berî îro got bi şertê vekişîna hêzên Îsraîlê ji başûrê Lîtanî ew qebûl dikin ku Hizbullah jî ji wir vekişe.

Berî: Bi şertê Îsraîl vekişe em razî ne Hizbullah ji başûrê Lîtanî vekişe
5 hezîran, 2026   16:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Parlamentoya Lubnanê Nebîh Berî diyar kir ku ew qebûl dikin ku Hizbullah ji herêma başûrê Çemê Lîtanê vekişe, lê bi şertê ku hemwextî wê hêzên Îsraîlê jî ji heman herêmê vekişin.

Di daxuyaniyeke nivîskî ya nivîsgeha Berî parve kiriye de, Berî agirbetsa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) a ku vê hefteyê ragihandiye rexne dike û bi "bêserûber" wesif kir.

Berî da zanîn ku divê agirbesta "temam û berfireh be bêyî qeyd an jî şertan be, hema bejahî, deryayî û hewayî û bêyî kiryarên hilweşandinê be."

Di dewamê de Berî got divê her rêkeftineke meydanî li ser pransîba hemwext be û anî ziman ku "ew qebûl dikin ku Hizbullah ji başûrê Lîtanî vekişe, lê hemwextî wê divê Îsraîl jî ji herêmên kontrol kirine vekişe."

Ev daxuyaniyên berî, digel hewldanên navneteweyî yên tesbîtkirina agirbestê û vehewandina rageşiya berdewam li ser sînorê başûrê Lubnanê hatin kirin.

(fr)