Dewleta Îranê cezayê darvekirinê li xwepêşanderekî birî

Dadgeha Şoreşê ya Tehranê cezayê darvekirinê li xwepêşandêrekî birî.

Dewleta Îranê cezayê darvekirinê li xwepêşanderekî birî
5 hezîran, 2026   15:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a HRANA’yê, der barê derxistina cezayê darvekirinê bi ser xwepêşanderan ji aliyê rejîma Îranê ve raporek belav kir.

Di raporê de hate diyarkirin ku Elî Kemalî, yek ji beşdarvanên xwepêşandanên giştî yên vê dawiyê ku di Girtîgeha Tehrana Mezin de girtî ye, ji aliyê Şaxê 26’an ya Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi serokatiya dadwer Îman Efşarî, cezayê darvekirinê lê hate birîn.

Hate destnîşankirin ku Elî Kemalî ku li welatê Malezyayê niştecih bû, tenê çend roj piştî vegera xwe ya ji bo Îranê, di dema nerazîbûnên giştî yên Tehranê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû girtin.

Heta dema amadekirina vê raporê jî, ti agahiyên zêdetir derbarê hûrguliyên dosye û pêvajoya dadgehkirina wî de nehatine belavkirin.

Ev biryar di demekê de ye ku her du birayên cêwî yên 20 salî, Hesen û Huseyn Emîrî jî pênc roj berê ji aliyê heman dadgehê û ji aliyê heman dadwer Îman Efşarî ve bi cezayê darvekirinê hatibûn mehkûmkirin.

Hêjayî gotinê ye ku di xwepêşandan û grevên vê dawiyê ku li Tehranê destpê kirin û bi lez di nav beşên din ên civakê de belav bûn de, rejîma Îranê bi êşkence û êrişa raste rast dijî xwepêşandanan bi hezaran kes hatin qetilkirin û birîndarbûne. Bi deh hezaran kes jî hatin girtin û binçavkirin ku gelek ji wan bi cezayên darcekirinê hatine mehkûmkirin.