Berdevka YPJˊê: Wê operasyon li kampa Holê bidomin

Berdevka YPJˊê diyar kir ku operasyona ewlehî ya dawî ya li kampa Holê, ji bo parastina cîhanê ji xeteriya DAIŞˊê, rizgarkirina zarokan û rê li pêş bikaranîna wan were girtin, erkekî mirovî û exlaqî ye.

Berdevka YPJˊê: Wê operasyon li kampa Holê bidomin
Berdevka YPJˊê: Wê operasyon li kampa Holê bidomin
Berdevka YPJˊê: Wê operasyon li kampa Holê bidomin
Berdevka YPJˊê: Wê operasyon li kampa Holê bidomin
Berdevka YPJˊê: Wê operasyon li kampa Holê bidomin
7 îlon, 2025   11:24
HESEKÊ
HINAR ÎBRAHÎM-DIYAR EHMED

Duh, qonaxa 4ˊan a Operasyona "Mirovî û Ewlehî" ya li kampa Holê ya li rojhilatê bajarê Hesekê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi girtina 11 çeteyên ji şaneyên DAIŞˊê ji hêla hêzên beşdar ve bi dawî bû. Operasyonê du rojan berdewam kir.

Berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rûksan Mihemed diyar kir ku operasyona dawî ya li kampa Holê ji ber gelek sedeman wê ne ya dawî be. Rûksan Mihemed destnîşan kir ku sedema yekemîn ew e ku bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞˊê yên di kampê de hîna bi fikra xwe ve girêdayî ne û ya duyemîn jî ew bi van operasyonan nehêlibin jinên DAIŞˊê û şaneyên wê zarokan li gorî fikir û armancên xwe bi kar bînin, nifşekî tundraw çêbikin. Armancek din jî ew e ku ewlehî û îstîqrar misoger bibe û rêxistinên mirovî yên li herêmê dixebitin werin parastin.

Têkildarî tiştê li kampê hatiye şopandin û pêdiviya dewamkirina operasyonên ewlehiyê, berdevka YPJˊê got: "Jinên DAIŞˊê hewl didin nifşekî nû yê tundraw bi navê "Eşbal El Xîlafe" bigihînin. Di konên taybet ên kampê de zarok li ser fikrên DAIŞˊê, çawaniya kuştin û serjêkirinê tên perwerdekirin. Ew yek di resm û şûrên hatine çêkirin û dîtin de hat aşkerakirin."

Rûksan Mihemed anî ziman ku ev operasyon ji ber şaneyên DAIŞˊê li hundirê kampê zêdetirî 30 caran êriş li dijî xebatkarên mirovî pêk anîne, avanî û saziyên xizmetguzariyê sabote kirine pêk hat. Rûksan da zanîn ku kamp bûye çiravek û xeterî bi dawî nebûye. Sedema vê yekê jî nebûna hewlên navneteweyî yên cidî ye, xebatên hişmendî û ewlehiyê li ser milê saziyên Rêveberiya Xweser û hêzên wê hatine hiştin.

Rûksanê got: "Rêveberiya Xweser li kêlek hin rêxistin û komeleyan bi tenê xebatên hişmendî û bidawîbûna fikra cîhadîst a malbatên çeteyên DAIŞˊê dike. Li hember wê jî derxistina van malbatan ji kampê ji hêla welatên van ve tune ye."

Berdevka YPJˊê Rûskan Mihemed dawiyê de diyar kir ku têkoşîna hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şaxên wê yên leşkerî û ewlehî ligel Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji erkên wan ên mirovî û exlaqî yên parastina herêmê û cîhanê ji xeteriya DAIŞˊê pêk tê.

(fr)

ANHA