Belgesela ‘Nêçîrvanê Heqîqetê’ hate weşandin

Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD) di salvegera 26’an a Komploya 15’ê Sibatê de belgesela ‘Nêrçîrvanê Heqîqetê’ weşand.

Belgesela ‘Nêçîrvanê Heqîqetê’ hate weşandin
15 sibat, 2025   14:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD) di salvegera 26’an a Komploya 15’ê Sibatê ya li hemberî Rêber Abdullah Ocalan bi navê ‘Nêçîrvanê Heqîqetê’ dokumanterek weşand.

Belgesela ku bi Kurdî hatî amadekirin, rûyê qirêj ê hêzên komploger ên ku 15’ê Sibata 1999’an li dijî pêşengê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Rêber Apo komplo pêk anîn, deşîfre dike.

Di belgesela 35 deqeyî de dengê rojnamevan Reşad Sorgul hatiye bikaranîn. Bi wêne û dîmenan qonaxên pêşketinê yên Tevgera Azadiya Kurdistanê, nirxandinên Rêber Apo, komploya navneteweyî, sedem û encamên komployê bi hemû hûrgûliyên xwe ve tê nîşandan.

Her wiha di belgeselê de bal tê kişandina ser fedayiyên ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ û fedayiyên ku bi çalakiyên xwe mohra xwe li dîrokê xistine.