Ji mitînga Dêrikê: Heta azadiya Rêber Apo têkoşîn û berxwedan

Di mitînga li Dêrikê ya şermezarkirina komployê de, hat diyarkirin ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan wê têkoşîn û berxwedan berdewam bike.

Ji mitînga Dêrikê: Heta azadiya Rêber Apo têkoşîn û berxwedan
Ji mitînga Dêrikê: Heta azadiya Rêber Apo têkoşîn û berxwedan
Ji mitînga Dêrikê: Heta azadiya Rêber Apo têkoşîn û berxwedan
Ji mitînga Dêrikê: Heta azadiya Rêber Apo têkoşîn û berxwedan
Ji mitînga Dêrikê: Heta azadiya Rêber Apo têkoşîn û berxwedan
Ji mitînga Dêrikê: Heta azadiya Rêber Apo têkoşîn û berxwedan
Ji mitînga Dêrikê: Heta azadiya Rêber Apo têkoşîn û berxwedan
Ji mitînga Dêrikê: Heta azadiya Rêber Apo têkoşîn û berxwedan
15 sibat, 2025   14:31
QAMIŞLO

Înîsiyatîfa Gel a Ji Bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Dêrikê bi armanca şermezarkirina salvegera komploya 15’ê Sibatê, bi dirûşmeya "Em ê roja reş bikin roja azadiya Rêber Apo" li pêşiya Navenda Ciwanên Şoreşger mitîngek lidar xist.  

Di mitînga ku bi hezaran kes beşdar bûn de, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmeyên, "Bê Serok jiyan nabe" û "Azadiya Ocalan azadiya gelên herêmê ye" hatin berzkirin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê Endama Rêveberiya Kongra Star a Dêrikê Wefa Elî axivî û diyar kir ku têkoşîna gelê Kurd û gelên cîhanê ya li dijî Komploya Navneteweyî wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bidome.

Wefa Elî, da zanîn ku rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe û diyar kir ku ew ê bi têkoşîna xwe Rêber Abdullah Ocalan azad bikin, civaka demokratîk ya azad ava bikin.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso jî di mitîngê de axivî û wiha got: "Em ji vir silavên xwe yên şoreşgerî ji Rêber Abdullah Ocalan re dişînin. Berxwedanê hemû komployên li dijî doza gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn têk birin.  Helwesta gel û beşdarbûna pêngavên ji bo azadiya Rêbertî hatine destpêkirin, ji civaka navneteweyî re peyameke zelal bû. Pêkhateyên herêmê yekîtiya xwe pêk anîne û mafên xwe yên rewa dixwazin. Van gelan pêşeroja xwe di fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan de dîtine û heta azadiya Rêbertî pêk bê ev gel wê têkoşîna xwe berdewam bikin. Rêber Abdullah Ocalan bîrewer û fîlozofek e. Beriya her tiştî mirovekî aştîxwaz e, hêza wî heye ku gelek pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bike."

Mitîng bi durişmeya "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

(k)