Ebdî destpêkirina qonaxeke nû ragihand.. ew çi ye û armancên wê çi ne?

Peymana 29`ê Çileyê piştî temamkirina beşa entegreyê ya leşkerî û ewlehî, hejmarek ji dosyayên xizmetguzarî derbasî qonaxeke nû dibe, lê hîn jî mijara vegera koçberan, fêrkirina bi zimanê Kurdî û rêbazan, sazîkirina rêveberiya xwecihî, misogerkirina mafê Kurdan ên bi hacetî temamkirinê de, temam nebûne.

Ebdî destpêkirina qonaxeke nû ragihand.. ew çi ye û armancên wê çi ne?
24 tebax, 2026   06:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Di pîrozbahiya sedsaliya damezrandina bajarê Qamişloyê ya ku di 20`ê Tebaxê hatibû lidarxistin dede, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî da zanîn ku pêvajoya entegrasyona saziyên leşkerî, ewlehî, îdarî û saziyên dewleta Sûriyeyê temam bû, her wiha diyar kir ku ev gav qonaxeke nû ji bo pêkanîna lihevkirinên bi hikumeta Sûriyeyê re ye.

Ev daxuyanî dide diyarkirin ku peyman ji dosyaya entegrasyonê berfirehtir e, ew ji xalên girêdayî agirbestê, entegreya hêzên ewlekariyê û hêzên leşkerî, entegreya saziyên sivîl, vegera koçberan, çareserkirina mafê sivîl û perwerdeya Kurdan, dosyayên dîtir pêk tê.

Peymana 29`ê Çileyê de ji vê yekê pêk tê “Vekişandina hêzên leşkerî ji xetên dawî, derbaskirina hêzên ewlehiyê yên girêdayî navenda bajarê Hesekê û Qamişlo, destpêkirina pêvajoya entegreya hêzên ewlehiyê li herêmê, avakirina firqeya leşkerî ya ku ji 3 lîwayên ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk pêk tê, her wiha avakirina lîwayeke hêzên Kobanê di firqeya girêdayî Parêzgeha Helebê de”.

Peyman ji entegreya di navbera saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên hikumeta Sûriyeyê, tesbîtkirina karmendên sivîl, çareserkirina mafên sivîl û perwerdeya gelê Kurd, misogerkirina vegera koçberan a ji bo warê wan pêk tê.

Peyman bi armanca yekkirina xaka Sûriyeyê û pêkanîna entegreyê bi awayeke giştî li herêmê, pêşxistina hevkariya di navbera aliyên peywendîdar û yekkirina xebatên ji nû ve avakirina welat pêk tê.

ÇI JI PÊVAJOYA ENTEGRASYONÊ PÊK HAT?

Weke ku Mazlûm Ebdî destnîşan kir û daxuyaniyên dawî yên fermî, piştî pêkanîna gavên entegreya hêzan û endaman di nava artêşê de, entegreya beşa ewlehî ji bo Wezareta Karên Hundirîn, beşa leşkerî û ewlehî gihîştiye qonaxa dawî. Rêkarên îdarî yên hundirîn ên pêwîst di nava saziyan de didomin.

Dosyaya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hîn di nîqaşê de ye.

Li gorî şopandina ANHA`yê li ser asta sivîl û xizmetguzarî pêvajoya yekkirina saziyan gihîştiye asteke pêşketî, ev yek di nava xwe de gelek sektor ên mîna perwerde, tenduristî, enerjî, kehrebe, av û çandinî digire.

Di sektora tenduristiyê pêvajoya entgrasyonê di çarçoveya yekkirina saziyên xizmetguzariyê de gihîştiye asteke pêşketî, dosaya enerjî û petrolê entegreyî saziyên dewletê bûye, xebatên pêşxistinê û bikaranîna zeviyên petrol û xazê li herêmê dest pê kirine.

Di 9`ê Sibatê de hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ragihand ku wan di çarçoveya pêkanîna peymanê de, dest bi rêkarên pêwîst ji bo zeviyên Rimêlan û Siwêdiyê kiriye.

Di mijara perwerdeyê de, entegreya saziyên perwerde û îdarî temam bûye, lê pirsgirêkên zimanê dayikê û rêbazên perwerdeyê hîn jî nehatine çareserkirin. Ev yek aliyê perwerdeyê wekî yek ji dosyayên ku di qonaxa pêş de têgihîştineke bêtir di navbera her du aliyan de hewce dike dihêle, wekî ku Ebdî di daxuyaniyên xwe de destnîşan kir.

Desteya Jinan a herêma Cizîrê tev li Wezareta Malbatan û Xebatê bû.

DADWERÎ HÊDÎ HÊDÎ VEDIGERE

Di sektora dadwerî de, xebat derbasî qonaxa pêkanîna pratîkî bûne. Cîgirê Parêzgarê Hesekê, Ehmed El Hîlalî, bi Serdozgerê Giştî, Dadwer Xazî El Şêx Îbrahîm re li ser xebatên ji bo ji nû ve aktîvkirina Qesra Edaletê, navendên gotûbêj kir û amadekariyên ji bo ji nû ve destpêkirina xebatên wan di destpêka Îlonê de didomin.

DOSYAYÊN PEYMANÊ HÊJ NEHATINE ÇARESERKIRIN

Tevî ragihandina temambûna entegreya leşkerî, ewlehî û îdarî, çend bendên peymana 29`ê Çileyê hîn jî hewce ne ku werin dawîkirin, bi taybetî vegera koçber û penaberan. Di proseya vegerê de nêzîkî 100 hezar koçberên ji Serêkaniyê, Şahba, û yên ji Girê Spî û Reqayê hene. Her çend hin malbat dest bi vegera Serêkaniyê kirine jî, vegera hemû kesên koçber hîn temam nebûye. Kesên vegeriyayî rastî êrişên kesên ku malên wan dagir kirine hatine û pirsgirêkên ewlehî, milk, xizmetguzarî û şert û mercên guncaw ji bo vegerê hîn jî divê werin çareserkirin.

Pirsgirêkên perwerdeya bi zimanê dayikê û rêbazên perwerdeyê, temamkirina hin rêziknameyên rêveberiya herêmî, û misogerkirina mafên sivîl, perwerdeyî, çandî û siyasî yên Kurdan jî di navbera her du aliyan de di gotûbêjê de ne.

BIRYARNAMEYA SEROKKOMARIYÊ YA DER BARÊ MAFÊN ÇANDÎ YÊN KURDAN

Di 16`ê Çileya 2026`an de, çend hefte beriya peymanê, serokê hikûmeta demkî, Ehmed El Şaraa, Biryarnameya hejmar 13 derxist, ku destnîşan kir ku welatiyên Kurd ên Sûriyeyê "beşek bingehîn û yekpare ya gelê Sûriyeyê ne" û nasnameya wan a çandî û zimanî beşek ji nasnameya neteweyî ya Sûriyeyê ye.

Xala duyemîn a biryarnameyê destnîşan kir ku dewlet "pabend e ku pirrengiya çandî û zimanî biparêze û mafê welatiyên Kurd ji bo vejandina mîrat û hunerên xwe û pêşxistina zimanê xwe yê dayikê garantî dike."

Xala sêyem destnîşan kir ku zimanê Kurdî wek zimanekî neteweyî were hesibandin û fêrkirina wê li dibistanên giştî û taybet ên li deverên ku Kurd bi piranî lê dijîn, çi wekî dersek bijartî an jî wekî çalakiyek çandî û perwerdeyî, destûr were dayîn.

Her wiha biryarnameyê ew biryarên berî yên têkildarî serjimêriya 1962`an betal kir, vegerandina hemwelatîbûna Sûriyeyê ji bo welatiyên bi eslê xwe Kurd ên li welêt dijîn, di nav de yên ku jidayikbûna wan bi fermî nehatiye tomar kirin, destnîşan kir û Newroz wek cejnek fermî ragihand.

Li gorî nîşanan dê qonaxa bê, ku Ebdî di pîrozbahiya sedsaliya Qamişlo de behsa wê kir, dê qonaxa xurtkirina hewldanên siyasî ji bo garantîkirina mafên rewa yên gelê Kurd û pêkhateyên din ên civaka Sûriyeyê di nav destûra Sûriyeyê de be. Ev heman bendên ku di peymana 29`ê Çile de mane ne.

(sb/k) 

ANHA