Balafirên Rûsyayê li çolistana Reqayê êriş pêk anîn

Bi gumana ku çeteyên DAIŞ'ê çolistana Reqayê hene, balafirên şer ên Rûsyayê êriş pêk anîn.

Balafirên Rûsyayê li çolistana Reqayê êriş pêk anîn
5 adar, 2024   16:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên Rûsyayê bi rêzeêrişên hewayî, li dijî deverên nêzî Resafê ya çolistana Reqayê 6 êrişên pêk anîn. Çapemeniya hikumeta Şamê diyar kir ku êriş li dijî deverên ku tê gumankirin şaneyên çeteyên DAIŞ'ê lê bûn.

Der barê hejmara kuştî û birîndaran de tu agahî nehatine bidestxistin.

Tevî êrişên hewayî yên Rûsyayê li çolistanê, lê dîsa jî hikumeta Şamê nikare tevgera şaneyên çeteyên DAIŞ'ê li herêmê rawestîne. Nexasim ku di dema dawîn de ew şane gelekî çalak bûn û derbeyên giran li leşkerên hikumeta Şamê xistin.

(mh)