Balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê êrişî Şengalê kir: 5 karker şehîd bûn

Balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker li Şengalê konê karkeran ê kolandina bîrên avê kir hedef û di encama êrişê de 5 karker şehîd bûn û 2 karker jî birîndar bûn.

Balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê êrişî Şengalê kir: 5 karker şehîd bûn
28 kanûn, 2023   20:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnews′ê ku agahiyên dispêre Rêveberiya Xweser a Şengalê, balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker îro êvarî nêzîkî saet 18:00’an li devera Kora Simoqya ya herêma Mezargehê ya girêdayî bajarokê Xanesorê 3 caran li ser hev konê karkeran ê kolandina bîrên avê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de 5 karker şehîd bûn û 2 karker jî birîndar bûne. Der barê nasnameya şehîd û birîndaran de agahî nehatin bidestxistin.

Li gorî çavkaniyên herêmî karkeran xebatên kolandina bîrên avê ji bo gundên devera Kora Simoqya dikirin, hatine hedef girtin.

Tê payîn ku der barê êrişê û nasnameyên şehîd û birîndaran de Rêveberiya Xweser a Şengalê di saetên pêş me de daxuyanî bide.