YRA′yê soza dewamkirina veguhastina rastiya êrişên dagirkeriyê da

Rojnamegeran li ser gorên şehîdan li Goristana Şehîd Delîl Saroxan mûm pêxistin û soz da ku şopa veguhastina rastiya êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û belgekirina wê dewam bike.

YRA′yê soza dewamkirina veguhastina rastiya êrişên dagirkeriyê da
YRA′yê soza dewamkirina veguhastina rastiya êrişên dagirkeriyê da
YRA′yê soza dewamkirina veguhastina rastiya êrişên dagirkeriyê da
YRA′yê soza dewamkirina veguhastina rastiya êrişên dagirkeriyê da
YRA′yê soza dewamkirina veguhastina rastiya êrişên dagirkeriyê da
YRA′yê soza dewamkirina veguhastina rastiya êrişên dagirkeriyê da
28 kanûn, 2023   20:38
QAMIŞLO

Yektiya Ragihandina Azad (YRA) bi pêxistina mûman li ser gorên şehîdan li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li Qamişloyê şehîdên êrişên dewleta Tirk a dagirker bi bîr anî.

Di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li Qamişloyê de 8 welatî şehîd bûn di nav de jî sînemager Mensûr Kerîmiyan hebû.

Di çalakiyê de endamên YRA′yê, bi dehan rojnamegerên saziyên ragihandinê beşdar bûn û wêneyan şehîdan hildan. Her wiha hevserok YRA′yê Dilyar Cizîrî daxuyaniyek xwend û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî binesaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin dewleta Tirk bi serkêşiya Erdogan di siyasetên qirkirinê yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dewam dike, di êrişên xwe de tu cudahiyê naxe, navber sivîlan, biçûk, mezin, jin û rojnamegeran.

Di dawiyê de hate destnîşankirin ku YRA′yê û tevahî rojnamegerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser şop û metoda ragihandina azad a demokratîk dimeşin û soz didin şehîd û gelê xwe de rêya wan a têkoşîna bişopînin û rastiya van êrişan û belgekirina wan veguhêzin û ji raya giştî re parve bikin.

(fr)

 ANHA