Amadekarî ji bo çareserkirina pirsgirêka Dîwana Dadê ya Qamişloyê didomin

Di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de gereke nû ya civînan tê plankirin. Di civînan de dê mekanîzmaya entegrasyonê, bi taybetî mijara Dîwana Dadê ya Qamişloyê çareser bikin.

Amadekarî ji bo çareserkirina pirsgirêka Dîwana Dadê ya Qamişloyê didomin
3 gulan, 2026   11:09
HESEKÊ

Der barê pêvajoya entegrasyonê ya di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de, çavkaniyên agahdar destnîşan kirin ku vê hefteyê dê rêze civînên nû di navbera her du aliyan de dê pêk werin. Armanc ew e ku nîqaşan berdewam bikin û hewl bidin ku li ser mijara Dîwana Danê ya Qamişloyê lihevkirinek çêbibe.

Di 20'ê Nîsanê de, şandeyek ji Wezareta Dadê ya hikûmeta demkî serdana Dîwana Dadê ya li Qamişlo kir. Li gorî agahiyan şandeya hikûmeta demkî hewl da ku şertên xwe ferz bike û dadwerên girêdayî rejîma berê vegerîn.

Her wiha wan daxwaz kir ku dadwer û karmendên heyî dev ji erkên xwe berdin û vegerin malên xwe. Wan xwest  ku hemû dosya û dozên têkildarî şêniyan werin radest kirin, ev daxwaz jî ku bi peymana 29`ê Çile re nakok e.

Der barê mijarên cûrbecûr ên entegrasyonê gotûbêj berdewam in. Çavkaniyên nêzîkî mijarê diyar dikin ku alî hewl didin ku xalên nakokiyê kêm bikin.

(k)