Artêşa Îsraîlê li Xezayê êrişî kampa Nesîrat kir

Tevî lihevkirina agirbestê, balafirên bê mirov ên bi çekê ên Îsraîlê li kampa Nesîrat a li navenda Xezayê deverek bombebaran kir.

Artêşa Îsraîlê li Xezayê êrişî kampa Nesîrat kir
2 sibat, 2025   12:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya filistînî, balafirên bê mirov ên bi çek ên Îsraîlê li nêzîkî li Kolana El Reşîd a li bakurê rojavayê kampa El Nesîrat a li navenda Xezayê  deverek bombebaran kir.

Der barê kuştî û birîndaran de tu agahî nehatin bidestxistin.

Her wiha tankên Îsraîlî ji eksena Filadelfiyê ber bi herêmên başûrê Refehê ya li ser sînorê Misirê guleyên hişyariyê avêtin.

(k)