Artêşa Îsraîlê kuştina fermandarekî Cîhada Îslamî ragihand

Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji fermandarên Tevgera Cîhada Îslamî Mihemed Ebdullah hatiye kuştin.

Artêşa Îsraîlê kuştina fermandarekî Cîhada Îslamî ragihand
11 cotmeh, 2024   13:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand ku fermandarê Tevgera Cîhada Îslamî yê Kampa Nûr Şems a koçberên Filistînê, hatiye kuştin.

Di daxuyaniyê de hate gotin di êrişa Îsraîlê ya li herêma Tolkerem a Şerîda Rojava de fermandarê Kampa Nûr Şems ê rêxistina Cîhada Îslamî Mihemed Ebdullah û çekdarekî din hatine kuştin.

Mihemed Ebdullah, li şûna Mihemed Cabir (Ebû Şûcai) ku 29ˈê Tebaxê li Kampa Nûr Şems hatibû kuştin, hatibû erkdarkirin.

Li gorî artêşa Îsraîlê "destê Mihemed Ebdullah di gelek êrişên li ser herêmê de heye."

Tevgera Cîhada Îslamî der barê mijarê de tu daxuyanî nedane.

(bb)