2 zarokên di êrişê de birîndar bûbûn xetere derbas kir

Ji zarokên ku di êrişa duh a li Minbicê birîndar bûbûn, 2 zarokan merheleya xetereyê derbas kir.

2 zarokên di êrişê de birîndar bûbûn xetere derbas kir
11 cotmeh, 2024   13:50
MINBIC

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh (10 Cotmeh) gundê Tehna yê li rojavayê kantona Minbicê topbaran kiribû. Di encama êrişê de zarokên biran Ebdo Cuma El Casim ê 5 salî û Casim Cuma El Casim ê 9 salî şehîd bûn.

Casim Mehmûd El Casim ê 6 salî, Ehmed Casim El Casim ê 8 salî û Muslim Casim El Casim ê 10 salî jî birîndar bûn. Zarokên birîndar rakiribûn Nexweşxaneya Firatê ya Kobanê.

Li gorî agahiyên ku bijîşkan dane, Casim Mehmûd El Casim û Muslim Casim El Casim merheleya xetereyê derbas kiriye û rewşa wan baş e.

Ehmed El Casim jî parçeyên topan ketine serî wî, di çavdêriya awarte de ye û pêwîstiya wî bi emeliyatê heye.

(bb)

ANHA