Ji ber şer reviya lê ji aliyê çeteyan ve hat revandin

Rifet Mistefa Cafer ê ji ber şerê Lubnanê vegeriya Efrînê, ji aliyê çeteyan ve hat revandin.

Ji ber şer reviya lê ji aliyê çeteyan ve hat revandin
11 cotmeh, 2024   12:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyê bi nave Rifet Mistefa Cafer ê ji Gundê Mezin ê Şêrawa yê Efrînê revandiye.

Li gorî heman çavkaniyan, Cafer dema ji Lubnanê vegeriya gundê xwe, ji aliyê çeteyan ve hat revandin û ber bi cihekî nediyar ve hate birin.

(bb)