Şerê li dijî Îranê dikeve qonaxeke nû

Bi berfirehbûna êrişên Îsraîl û Amerîkayê ku dirêjî cihên pertrolê bû, şerê li dijî Îranê, ketiye qonaxeke nû.

Şerê li dijî Îranê dikeve qonaxeke nû
8 adar, 2026   10:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê berdewam ê di navbera Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li aliyekî û Îranê li aliyê de her diçe gur dibe. Îsraîl ragihand ku êrişên li hundirê axa Îranê berfireh kiriye û cihên girîng daye xwe.

ÊRIŞÊN HEWAYÎ YÊN ÎSRAÎLÊ LI SER CIHÊN LI HUNDIRÊ ÎRANÊ

Artêşa Îsraîlê îro ragihand ku wê pêlek nû ya êrişên hewayî li hundirê Îranê pêk aniye, ku cihên leşkerî û binesaziyê li deverên cûda yên welêt bombebran kiriye.

Artêşê di daxuyaniyekê de ku li ser platforma "X" hatiye weşandin, diyar kir ku êriş li dijî bargehên leşkerî yên Îranê, wekî beşek ji operasyonên berdewam ji bo qelskirina hêza leşkerî yên Tehranê pêk hatine.

NETANYAHU: EM NÊZÎKÎ KONTROLKIRINA QADA HEWAYÎ YA ÎRANÊ DIBIN

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got, Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê nêzîkî bidestxistina "kontrolkirina tevahî" ya qada hewayî ya Îranê ne.

Netanyahu anî ziman ku operasyonên leşkerî bûn sedema wêrankirina bi sedan mûşekên balîstîk û qaîdeyên avêtina wan, her wiha bidestxistina serdestiya hewayî li ser paytexta Îranê, Tehranê.

CIHÊN PETROLÊ BOMBEBARAN KIRIN

Medyaya Îsraîlê ragihand ku balafirên şer depo û rafineriyên petrolê yên li Tehranê bombebaran kirin.

Li gorî medyayê, ev cara yekem bû ku Îsraîlê ji destpêka operasyonên leşkerî yên mezin ve cihên petrolê yên li hundirê Îranê tên bombebarankirin.

ÎRANÊ BI MÛŞEKÊN BERSIV DA

Îranê mûşek ber bi Îsraîlê ve avêtin û li deverên mezin ên bakurê Îsraîlê, di nav de bajarê Heyfa rewşa alarmê hebû.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku pergala wê ya parastina hewayî herî kêm bersiva du pêlên mûşekên Îranê da û daxuyand ku piraniya mûşekan hatin bêbandorkirin bêyî zerarên mezin çêbibin.

Li gorî hejmarên fermî, di êrişên mûşekî  de ji destpêka şer ve bi dehan kes li Îsraîlê hatine kuştin.

 ÊRIŞÊN LI SER KENDAVÊ

Erebistana Siûdî ragihand ku wê 6 dronên Îranê li rojhilatê Riyadê îmha kirine. Qeterê jî ragihand ku bi 12 mûşekên îranî êriş li ser wê hatiye kirin û piraniya wan hatine bêbandorkirin.

Her wiha Kuweytê jî 3 mûşekên balîstîk ên ku derbasî qada wê ya hewayî bûne, hatin bêbandorkirin. Di heman demê de Îranê tesîseke nêzîkî bendera Selman a Behrêynê kirin armanc. Di encamê de zerarên madî çêbûn û kesek birîndar bû.

Îmaratê jî ragihand ku pergala wê ya parastina hewayî mûşek û dronên ku ji Îranê hatin avêtin, hatin astengkirin.

BANGÊN NAVNETEWEYÎ JI BO BIDAWÎKIRINA ŞER

Li qada navneteweyî, Çînê banga rawestandina operasyonên leşkerî û vegera dan û standinan kir. Her wiha der barê bandorên şer li ser aboriya cîhanî û ewlehiya enerjiyê, hişyarî da.

Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yi diyar kir ku bikaranîna hêzê ne rêya çareserkirina krîzan e û bang li hemû aliyan kir ku rêz li serweriya dewletan bigirin û ewlehiya deryavaniya li Tengava Hurmuz misoger bikin.

(k)