Artêşa dagirker êrişên xwe li ser Şebayê berfireh kiriye

Artêşa Tirk a dagirker rêya di navbera navçeya Til Rifet û gundê Şêx Îsayê yên Şehbayê de daye ber topan.

Artêşa dagirker êrişên xwe li ser Şebayê berfireh kiriye
24 nîsan 2024   09:03
ŞEHBA

Artêşa Tirk  a dagirker di van kêliyan de rêya di navbera navçeya Til Rifet û gundê Şêx Îsa yê herêma Şehbayê de topbaran dikin.

Beriya çend kêliyan jî gundên Şeala û Radarê topbaran kir.

Der barê encamên topbaranê de agahiyên zêdekir nehatin bidestxistin.

(bb)

ANHA